Helbest

55 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Mîm û Hê
finda bi dilê min vêketî
dilê minî har pêketî
çavê min! bes e êdî:
nûr vêketî

eger weslek ji fîraqê der bînim
dikim îd û dikim newroz kenîn im

bihar e ger ruyeta wî dibînim
ji hesret der birîna xwed kewînim

di hişê xwobi şev û ro dibû tînim
heya carek kerem ke da û dîn im

eger ez wî di xewnê de bibînim
weke nû ve ji xwer jînekê bînim

we ger şopek li şopa wî biînim
weke şopê ji zêr û zîv derînim

heger şemek ji nûra wî werînim
ji min wek ku gulek rena vejînim

reben mame li çolan gêj û dîn im
dema ew bê weke bayek nesîm im

pirî gêj û pirî nal û enîn im
bi saya wî dikevim ruhê û mîm im

mirada min ji wesfa wî emîm im
bibe hawar li wesla xwe derînim

dilhezîn im dilbirîn kul û şîn im
lê mûhibbes qewî û dilbixwîn im

nakewînim na bi bîn im û namîn im
bê wî rojek mîna agrê cehîm im

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Si’ûda Welat
Spîstan
Valahî
Yekîtî