Helbest

213 xwendin.

M. Zahir Ertekin - Si’ûda Welat
Poşîne, xaîb in hest û dilînên te
Kewara dilê te vala ye siûdê

Awazên te baz didin mist didin keslanîyên te
Wêran e, bargiran e qamet balaya te
Nêrgiz li beyabanan şîn nayên, tov bê sirûd in
Dengê te stûxwar e ruxsar e gul, siûdê

Ji kevirân hişktir e vîna te, dilan dipekîne
Ronahî bi hevrazên te ve hilnayên, qeşa ye erd
Pêl bi pêl ditevizin behra gulvedana sûretê te
Aram li te nayê mîna ava Feqiyê Teyran derdnak
Di sehera sibehê de dikevî ber diranên jîyanê
Te kezeb li xwe dax kir navegere patoza te siûdê

Heyran ma tu çi dixwazî te çi divê li heyatê
Derîyê herbê dadayî bayê azadîyê di tenûrê
Bisk û kezîyên te şeqitîn rengê rûyê te vemirî
Xembarî lê siwar hatiye, alav bi alav dihelî siûdê

De wer mehebîn rewşa xwe û ya erdnîgarîya xwe
Nûpeldayê derî vekir wer sicûdê serî rake siûdê

Rûyê min dialêse rûreşî; sohtî me serapa, dikelin nay û enîn
Te ceger tev parepar kir bêhn vedan tev kebabên te
Gavanan naxir berdane zevîyan, talan e îro, rûsîyah e roj
Ji cî xwe tew narabî, bê mede li rasta yî siûdê

Weke hersal em îsal jî bêpar mane ji siûdê
Buhuşta azadîya dilan ma bihareke din siûdê

Her wekî bayekî nesîmî dixwazit hinav û endama min
Weke herkesî şa bim bi qelb û can temaşa bim siûdê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Awazên Sofîyane; ‘Işqbazî, Derd û Kelam
Azar û Efxanên Di Dil
Bê Nale
Bê Qudûm
Bi Carekê Mezin Bûm
Bihara Zivistanê
Bişo Carek Evî Qelbî
Can Tefîya; Êdî Nema
Demên Şikestinê
Dilo Ay Dil
Dîsa Bihar
Em: Zarokên Hêvîyê
Erê Pismamo
Ev Kat
Evîn
Evîn=Name
Ey Can
Ey Êş Ax Ey Jan
Ey Wax
Eywana Min a Dilşikestî: Wan
Ez im Zarok
Genimî
Helbesta Qedandina Xortanîyê
Helbestvanê Têkçûyî
Helwestzede
Heyveronî
Hubba Te Di Şevan De
Însan
Îro Helebçe Ye
Ji Vê Êşê
Karwan
Kulmek Axa Cizîrê
Kurtelava
Li Welatê Demvemirî
Loy Loy Loy
Mîm û Hê
Nalînek Beyhûde: Leyla ye Dil
Nêrgiza Lam û Elîfê
Pênûs û Zanîn
Peşka Spî, Tirsa Wêrek
Piştî ku Tu Çû -I-
Piştî Ku Tu Çû -II-
Qala Bihareke Kulî
Qelem
Serab
Şeva Kaşkaşok
Spîstan
Valahî
Yekîtî