Helbest

56 xwendin.

M. Zahir Kayan - Koroya Nemiran 2
Koroya nemiran dest bi kilameke dilşewat kiribû, di vê
kilamê de cejn û geşiya serîhildanan bi awazekî
tarîqelêş bela dibû. Her mirovên koroyê, di nav kincên
xwe ên sor de bi dengekî hewargazinî diqîriya. Kewa
di nav milê wan de spî / spî awir diafirandin, gul di
nav nikulê xwe de dikirin zimanê felatiyê. Koroya
nemiran wek jiyaneke xefî li ser dilê Biyad kon kuta bû,
li van herêman kambaxî xwe di vê koroyê de dida xuya
kirin. Govenda felatiyê di hundirê Biyad de yek bi yek
diqewimî ji nû ve. Serhonazê koroyê şivika di destê
xwe de wek lezîna brûskê dihejand û li gor dengsaziya
senfoniyê dixiste kemleke tekûz. Serhonaz bi bagera
senfoniyê agirdilî dibû, bîso / bîso dişewitî. Di gorana
koroyê de rastiyek hebû`, rastiyeke wek kevirên seqî,
wek baranê coşekar, wek rengê keskesorê xemil bi
xemil. Koroya nemiran tîrêjên rastiyê di şibakeyên
çavên Biyad de didît. Hemû kul û geşiyên qewimî di
çemên dilê Biyad de şîn dibûn. Mereqên Biyad dibûn
mijara senfoniya koroyê. Biyad bi hemû hebûna xwe
bersiv ji xwezayê, ji xwezaya bêmirov xwest. Ji nişkav
de xweza hate zimên, axivîn bi dengê xwe ên taybetî.
Dilê Biyad dîlbendî kir, bû berdevkê axaftina wan.
Qala hemû serhildanan kirin bi sewteke çarînî ku
giraniya keda bindestan tê de bijarte ye. çiya hatin
zimên, dubaskên cûrbecûr xwendin sitrana bagera
felatiyê, riyên çiv bi çiv heleq / heleq şewitîn û qala
piyên linçolan û birîndaran kirin. çiyayên sîhbilind
xwe qure kirin bi mêvaniya şervanan, çiya awazên
fena zengil barandin. Wek çemekî, wek lehiyeke
bêdestkêş gazin û pesnên welatê xweybê ji Biyad re
kirin, teyîsî şînzerya bi her dû çavan. Kelek û keştiyên
dilê Biyad bû piştevanê van rastiyan û tevî senfoniya
koroyê bûn. Bêhna barûdê, erdhejîna panzerên
tekerxwîn, xişîniya marên dupê ên ku li ser çîmgehên
pîroz birînên pelixî çêdikin. Bey ta deflêdana govenda
bindestan ya ku hêviyê dike rastî, rastiyê dike jiyan ji
vê senfoniyê dibeziya. Biyad bi rihekî pisporî neqişand
di dilê xwe de ev koro, ev koro di hundirê Biyad de bû
teqîneke felatiyê, bû bersiva tolhildanê, ko kir tirpana
felekê bi bagera xwe. Li pey hev dirêjî bêdawîtiyê
dibûn mirovên koroyê, gişka daxa mirinê li ser eniya
xwe kiribûn kelayeke ku tu car ji bîr ve nebe. Di koroyê
de li ser laşên her kesî teşqeleyeke mirina xiniz. Giş li
benda Biyad bûn, nefesa Biyad ku nêzîkahî li felatiyê
dikir cejneke bi pesin xwe berdida nav murxa koroyê,
mirovên kincsor dilgeşî dibûn. Tama rizgariyê devê
birîna wan pak dikir. çavên Biyad ên kûr û zanyar
awir pekandin li van herêmên bêdeng, li van deverên
ku mirovahî lê pirtî / pirtî bûye. Keda felatîxwazan
wek dilopên avê di bin baskên kulîlkên nexşereng de
veşartî mabûn. Veşartî û di tarîtiyê de mabûn hestê
serîrakirina bindestan di nav çêreyên welatê xeybê de.
çavên Biyad şahidî li kirinên gel dikirin, porê jinên
meşkşw şirîteke d ûr û dirêj bû li pêşiya çavên Biyad.
Garana koroyê her diçû bagereke zexm diafirand,
hêza senfoniyê tragedya rizgariyê li ser lêvên Biyad
dixiste qêrîneke tengezar û xewrev. Mirovên koroyê
kewên ku baskberdidan li asîmanan xistin. Kew azad
bûn ji nişkav de li dor serên mirovên koroyê de,
heleqên spî afirandin. Bi meqamên koroyê her çûn
zivirîn li dar hev, helbest / helbest hestên xweşik
niqutandin dilê kincsoran. Serhonazê koroyê serxweş
bûbû, şivik ba dikir hemû bejna wî bi şivikê re dihejî,
dilerizî. Ji nişkav de wek volqanekî dengdêw dilqê
çaran hate xwiya kirin. Vêketin agir bi agir, agirê wan
wek keskesorekî sehneya karoyê xiste nav dîmenekî bi
neqş. Xortê kemangir keman danî ser milê xwe, bi
dilekî tenik bi hundirekî dilşoşk û melûl, têlên kemanê
da girîn, da jenîn û da kenîn bi serdanpê. Wî li kemana
xwe da, keman tije bû ji bagera dilê xort, bagera dilê
xort hemû hest û dilîniyên koroyê û çaran mijand
sewta kemanê. Keman werimî, werimî bû meşkeke
gazinkarê dew. çaran ji giloveriya sor derneketin, di
cihên xwe de kilamên bi agir kedîkirî xwendin. Ev
xwendin wek kenekî, wek dilgeşiyekî xwe li rûçikê
Biyad sût.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê