Helbest

23 xwendin.

Mahabad Qeredaxî - Henasem Kerkûk
Rêgaye bo serkewtinim somaye bo pêşkewtinim
le ser nexşey em cîhane wek xore bo derkewtinim
Kerkûk, rohî kurdistanim nîşaney zîndûîy giyanim
Kerkûk, henasey jiyanim nîşaney zîndûîy giyanim

Herdem newroze lêrane meşxelî destî şêrane
serbexoyî awatmane çiray rêgay xebatmane
çembor û bawegurgurman tîşkî çawî kiç û kurrman
enexşênin perey mêjû bo azadî, be arezû

Karwanê le hemrînewe be cestey pirr birînewe
serifrazî dekaterî dilniyayin her degate cê
têkoşan bo dadperwerî dekeyin be bînay serwerî
Kerkûkîş debête tacê bo ser kêwî bextewerî

Kerkûk, rohî kurdistanim nîşaney zîndûîy giyanim
Kerkûk, henasey jiyanim nîşaney zîndûîy giyanim

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê