Helbest

36 xwendin.

Mamoste Pîr - Seydayê Min
Ezê vê sibê herdû
Destan deynim
Ser kêla gora Cegerxwîn
û M.şêxo
Ezê rabim ji Qamişla
Rengîn.
Barek hêsir û derd
Ji çavên zarokê şehîdan
û qetîtikên keserê
Dilê dayikên bi kul
Bixwe re rakim
Ezê rokê bi çarîka
Reş girêdim
û serê xwe li ber
Kêla te deyînim û
Hawar kim
Hawar hawar.
Êdî bese xweda
Ma emê ban kêkin
û kê nekin.
çima?
Weke caran sitêrkek
Geş ji ezmanê Kurda
Xuricî?
çima?
Hogiran bê xatir
Ji oxirê ne zîvirîn?
çima?
Seydayê Kurd
îro ji civata me
Xeyidî?
Qey rojekê, kêlîkê
şahî bo me guneh e?
Li hawara min bibûre
Seydayê min
Gi bi destê min ba
Minê demsal
Kirbana sisê.. û weke te jî bi zarê
şêrîn gotî:
`wey tu ne bixêr hatî sed car Adar`.
Delalê min
Mamostayê min
Ne helbestvanim ez.
Lê gola hêsra çikiya
Cerg û dil
Ji qefesê reviya
û ji mêj de hest li ser
Helbestên te digriyan
Hisiça
Bilbilê te ez leqandim,
Hejandim
Hisiça
A min ji dilê te re
çawa ev şîn te
Himbêz kir
Te çawa yeqîn kir
çawa te bawer kir
Hisiça
Bê pêjin be
Xwe biguvêşe
Bela ava xabûrê te
Zuha be
Biçike
Kewkebê Milla bişewite bi
Hevrik û bi helbestê
Evîndarê xwe re
Bistirên
Bibin gerdenî
Ji bûka ronahiyê re

Qamişlo

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê