Helbest

45 xwendin.

Mehmûd Badilî - Kalemêr
Tenha..
li devê şikeftekê
bi ezîtiya xwe ve
mijûle
xelateke giranbuha
li ser destê wî ye
û gelek tişt
di serê wî de
digerin
belkî ditirse
ku wê xelatê
diyarî mirovekî ne hêja bike
yan jî
di devê xwe yê bê diran de
dirame
lê nizanim çima
her gavê dipeke
bê deng
şûna gora xwe
dipîve?!.

*Bi destûra helbestvanî ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê