Helbest

29 xwendin.

Melayê Cizîrî - Tu Sehergeh (Hudûs)
Tu sehergeh bi temaşa were bazarê hudûs
Lê te bêfa`ide azar-i nedit xarê hudûs

Da ji dil xunçelebek nazik û terdane bijîrî
Bi tebessum bi te ra bête ji gulzarê hudûs

Sed girih min di dil in lew ko çep û rast-i dikir
şahê husnê qidemê zulfê girihdarê hudûs

Bil ji sultanê qidem min bi tu iqrar-i nehin
Ger li kaba me nehin metqeb û bizmarê hudûs

Dil di deryayê qidem qaf e bi sabit qedem î
Gerçi da`im li serê ferqe me minşarê hudûs

Belko dîwar-i bi guh bin bi Xudê kî bi Xudê
Bi tu rengî nekirî eşkere esrarê hudûs

Lem`eyek ger ji kinarê qidemê pertewê dit
Dê ji ber wê se`etê mehw-i bin enwarê hudûs

Wê bi sed pencereyan daye şi`a`a qidemî
Gunbedê `işqê li ser kursiyê dewwarê hudûs

Tu hudûsê we mebîn qenc-i nezer dê carekê
Li esasê qidemê daniye dîwarê hudûs

Here eşlê xwe we tertîba qiyasê jê ke
Ger nizanî çi ye yekcarê berê darê hudûs

Ateşê `işqê wucûdê hel dikit şubhetê zêr
Heye mumkin nefirit zîbeqê ferrarê hudûs

Ellah Ellah ko di `umrê xwe tu carek nebihî
çi seda tête ji vê gunbedê dewwarê hudûs

Tu ji ber perdeya wehmê were der da bibihî
çi newa tête bi sed nexme ji ewtarê hudûs

hal û musteqbel û madî di xwe da têk-i yek in
şubhê mewcûd e bi `eynê xwe di êvarê hudûs

Rast û çep gav û se`et her li me ew datînit
Zu l-feqarê qidemê heyderê kerrarê hudûs

Rast û evraz û nişûvî me biwarin yek û yek
Lê tinê wê li me bû da`ire berwarê hudûs

Dê li qelbê me çi dit lami`eya islamê
Ko li canê xwe me xef bestiye zunnarê hudûs

Reng û jengê hedesê neqşê hudûsê me di dil
Bide ber rendeşê `işqê ew e qeşşarê hudûs

Can li ser destê nihayî di riya canan-i da
Rûhê şef şef ko vewestane di bazarê hudûs

Dê ji xeflet biretin saya zewalê ey dil
Rûnenî da tu emanet li siha darê hudûs

Tu ji feslê here eşlê ko di vê dêra xerab
Da nebî merkebê cehlê tu di bin barê hudûs

Da nigarê xwe bi sed rengî bibînî îro
Were carek bike seyrê tu di etwarê hudûs

Tu bi halê me dizanî çi ye herlehçe Mela
Me di dil têt û diret xencerê xeddarê hudûs

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
Ahi Ji Destê Wê
Aşiq Er Carek
Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)
Bi Husna Ehseni
Bi Narê Firqetê Sohtim
Cana Ji Cemala Te
Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya
Daneyên Enber
Der Heq Me
Derê Meyxaneya Işqê Seher
Destê Qudret
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac
Dil Yek e (Bes)
Dilber Şikêna Şekerek
Dilbera Min Seherê Hat
Dilberê Îro Seher
Dilberê Serdarê Xûban
Dilberê Serdarê Xwiban
Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil
Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
Ellah Sehergaha Ezel
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
Ewwel Ko Yarê
Ey Nesîmê Seherê
Ey Nesîmê Sibehê
Ey Şahidê Qudsî
Ey Şehinşahê Mu’ezzem
Ez Nizanim Sebebê Yarê
Feleka Etlesê
Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl
Ger Ji Wê Horîsiriştê
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
Hê Di Ber Qalûbelayê
Hêvî û Tewqe Dikim
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
Heyheya Reqs û Semaya Te
Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
Îro Ji Derba Xencerê
Îro Ji Husna Dilberê
Îro Ji Nû Pir Ateş Im
Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
Îro Ji Şehkasa Surê
Îro Mela Serapa
Îro Mi Dî Weqtê Seher
Ismê Te Ye
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
Ji Mabeyna Du Ebrûyan
Ji Remza Dilberê Dîsa
Ji Rena Nêgizên Tey
Kes Bi Dada Me Nepirsit
Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng
Latê Husn î û Şehê Xuban î
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
Lillahil Hemd Ji Yarê Me
Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
Mehbûbê Bi Dil Bit
Mela Me
Meşşateyê Husna Ezel
Mey Nenoşî (Xelet)
Min Di Ber Qalû Bela
Min Di Dil Kovan Hezar In
Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef
Min Dî Seher Şahê Mecer
Mizgîn Ji Me Ra
Muhbetê Mihnet
Muxbeçeyên Meyfiroş
Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
Nazika Min
Nazikek Min Seherê Dî
Nêrgizên Şeng (çep û Rast)
Newaya Mutrib û Çengê
Neyşekera Gerden Ji Ac
Peyweste Du Ebrû
Pir Meke Israfê
Qelbê Me Şubih Zêr
Remzek Ji Nesîmê
Remzên Te Di Canan
Şah Bi Qesda Kuştina Min
Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
Şahidê Qudsînişan Husn e
Sebahul Xeyrî Xanê Min
Şebê Qedrê Li Me Rewşen Ke
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê
Senemê Ji Qewsê Ebrû
Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
Serê Zulfa Te
Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
Sirrê Wehdet
Şox û Şengê
Tealellah Zehê Husna Mubarek
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)
Turreya Tabidarê
Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Were Canim
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Xanê Xanan
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Xema Işqê Perêhtim Ez
Xeşmê Li Feqîran Meke
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Ya Reb În Guldeste
Yarê Me Pir Nîşan û Sir