Helbest

33 xwendin.

Bêguman Xuda û ferişteyên xwe li pêxember dilovanî dikin-pesnê wî
didin; gelî ên bawerî anîne! hûn jî bi dilovanî li serê bixwînin û baş lê
silava bikin. (Ahzâb: ayet 56)

Destpêk

Dest pê dikim navê Xudayê mihrîvan
Xwedyê bêruh û temamê xwey ruhan.

Hemd û pesnê xweşik û şîrîn ji can
Em didin bo te Xwudayê ins û can.

Tu birêjî ser nebiyê şehsuwar
Hem selat û tev selamê bêjimar.

Tu bibî razî ji me ya Reb eman.
Ehl û yar û hogirê wî her deman.

Em dixwazin çend kelam pêşkêş bikin
Da kelamê xwe`b Muhemmed xweş bikin.

Behsa jiyana Muhemmed em bikin.
Da nezan wextê bixwînin fêm bikin.

Niyeta me xwendina vê mewlûdê.
Bib wesîla mehdera nebyê Xudê.


Ey birayên kom bûyî li vê derê
Guh bidin da hûn bibin xwedyê xêrê.

Da jiyana rêberê xwe em bizan
Em herin pê re û rêça wî biran.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin.
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin

Hatina Nebî
Evdila ye navê bavê wî biran!
Amîne ye navê dayê hûn bizan.

Wextê Evdila giha çaxê jinan
Wî çû xwest e Amîna nazik ciwan.

Gora urf û adetê xwe tam kemal.
Pêk anîn li Mekkehê bûka delal.

Bûk û zava wusleta işqê gihan
Hem ji wê işqê çêbû fexra cîhan.

Umrê Evdila bû bîst û pênc jimar.
Şerbeta mirnê-l Medînê wî vexwar.

Hêj nehatî ew Muhemmed du mehan
Bavê wî mir Amînê ma nav xeman.

Wextê sibê meh Rebîûl Ewwel bî
Dozdehê heyvê, duşembê hat nebî.

Teqwîma mîladî sala fîl bizan
Pênsed û heft û yekê ew zeman.

Kalê wî Evdilmutalîb wê tenê
Navê wî Muhemmed danî nav dinê.

Wê sibê nebyê Xwedê hat ser sera
Ronayî ji Mekkehê da her dera.

Amîne pir dilxweş û dilgeş bûye
Hatina Muhemmed ew kêyfxweş bûye.

Hat Muhemmed qasidê emrê Xwedê
Hat Muhemmed xwediyê Qurana Xwedê.

Hat Muhemmed ew gula nav cennetê
Hat Muhemmed ew tebîbê ummetê.

Hat Muhemmed bêhna miskê jê diçê
Hat Muhemmed nûr ji wechê wî diçê.

Hat Muhemmed her ew e şahê zeman
Hat Muhemmed rêberê zan û nezan.

Ger dixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Zarokatiya Nebî
Wextê ew nûra zelal hat ser zemîn
Bona şîr da Helîmê dayka emîn

Piştî Helîmê nebî bir mala xwe
Her tişt lê zêde dikir dît çavê xwe

Rebbê alem xwest dilê wî pak bike
Du melek rê kir ku singê wî veke.

Cih de şûştin dilê nebyê pir ezîz
Paqij û pak kirin ew avek temîz.

Dema li cem Helîmê pênc sal qeda
Teslîmê daykê kirin nebyê Xuda.

Wextê nebyê pir şirîn ket şeş salan
Çûn Medînê da biçin ew mala xalan.

Ew li Medînê mehek man mal xalan
Ew zîvirîn da bên Mekkê nav malan.

Wextê ew nêzîkî Ebwayê bûne
Amîne mir, ew her du dil kul bûne.

Ûmmû Eymen ew cariya xwey wefa
Aniye Mekke Muhemmed Mistefa.

Piştî daykê ma ye ew cem kalê xwe
Cem maye heta giha ew heştê xwe

Wextê kalê wî mirî heşt salî bû
Bav û day û kalê wî kes nemabû.

Piştî wan her sêkan çû cem mamê xwe
Wî hewandî heta paşya umrê xwe.

Ger bixwazin emrê xweda pêk bînin.
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Xortbûna Nebî
Ew sêwiyê Mekkehê bibû ciwan
Nav û dengê wî hebû li her ciyan

Behsa fedl û merdbûna wî dikirin
Ew qas rast bû navê wî durist kirin

Çi kesê ew nas dikir heyran dima
Lewra ev ji hîl û vira dûr dima.

Ji mirovên xwe re qenc û camêr bû
Hem ew xwediyê exlaqek pir taze bû

Wî arîkariya miletê xwe dikir
Ê ketî re destê xwe dirêj dikir

Çi kesê birçî bû wî ew têr dikir
Ê sêwî û êtîm wî xwedî dikir

Wextê bîst û pênc temam kir umrê wî
Xetîca Kubra re nîkah kir ewî.

Navbeyna Xetîc û resulê Xuda
Şeş zarok çêbûn jı wan izna Xuda.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Hatina Wehyê
Ew nebî wextê nêzîk çil sal bûyî
Xweda alîkî ji millet dûr bûyî

Ew diçû her dem Şikefta Hîra Nûr
Da bikê îbadetê Rebbê Xefûr.

Rojekê Nebî-l Çiyayê Nûr de bû
Demkî de Cibrîl bi wehyê hatibû

Wextê umrê wî nebibû çil temam
Ayeta îqrayê Cibrîl da selam

Wî melek gotye resûlê îns û can
Tu bixwîne vî kelamê ê Xudan.

Wî nebî gotye nizanim xwendinê
Ew ûmmî bû wî nikarbû bixwînê.

Pey vê gotinê ew gûwaşt Cibrîl emîn
Hingê xwend gotina Rebbê âlemîn.

Rabû xwend ew tişta ku emrê Xwuda
Wehya ewwel hatibû ji cem Xwuda.

Piştî wehya ewwel hat, êdî nehat
Heta demkî paşî Cibrîl dîsa hat.

Got Xuda emrê te kir ku bang bike
Lê ewil ji mala xwe dest pê bike.

Got tu bêje Laîlahe îllallah
Hem tu bêje Muhemmed resûlallah.

Banga ewil li Xetîce hat kirin
Zeyd û Elî, Siddîq ew teqîp kirin.

Bê şik û şupe wan xwe teslîm kirin
Ji can û dil wan îslam qebûl kirin.

Wan bi îmanê, nebî pir şad kirin
Sê salan îslameti wan xef kirin.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Zilma Muşrîkan
Pir zor û zehmetî dît nebyê Xuda
Wî neberda gotina emrê Xuda

Rojekê nebyê Xuda-l Kabê de bûn
Ebû Cehl û havalên xwe lê kom bûn

Wan kelamê sar û reş gotin nebî
Zêdetir çûn heta êşandin nebî.

Wek gelek cara wan tehdayî dikir
Lê resûlê Xuda her sebir dikir.

Apê wî Hemze dema ku pê hesa
Wî hiland heyfa Muhemmed ji pîsa.

Roja piştî wê çûye cem Mistefa
Hemze teslîm bû Muhemmed Mistefa.

Piştî Hemze ê ku nav û deng dayî
Ummer Îbnû-l Xettab misilman bûyî.

Wextê Ûmmer hat û îman kır qebûl
Eşkere-l Kâbe nimej kır tev resûl.

Kafir û muşrîkên Mekkê har dibûn
Ezyeta wan bo sehaba zehf dibûn.

Ber ku zilma zaliman çûn cem Neceş
Eshabe hewandî, wî şahê Hebeş

Ey birayên pir delal û qehreman
Ka hûn fekin van sehabên xwey îman.

Çi qas zor û zehmetî wan dîtiye
Wan ev dînê ha ji xwe re girtiye.

Roj bi roj eziyet li wan zêde dibûn
Sê sala ew bêxwarin mehsûr dibûn.

Piştî wehî hatî, deh sal ser de çûn
Hem Xetîc û Ebû Talîb her du çûn

Mirna wan, nebyê Xweda mehzûn bûye
Navê wê salê huzun wan daniye.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Mîrac
Rebbê âlem xwest nebî keyfxweş bike
Hem wî ji derd û kula azad bike

Wextê palvedabu ew nebyê emîn
Rebbê âlem rê kirî Cibrîl emîn.

Gotê rabe da biçine ey emîn!
Da Xwedanê şev û rojê tu bibîn.

Cibrîl û nebî ji Mekkê ew çûyîn
Mescîd-ûl Eqsayê her du sekinîn.

Wî nebî li Eqsayê nimêj kirî
Enbiya hemiya li pey niyet kirî.

Wê şevê çûye mîracê ew resûl
Piştî nimej kir Xuda ew kir qebûl.

Çû Muhemmed rûyê erdê derketî
Çû Muhemmed banê ezman derketî.

Çû Muhemmed ser bûraqê wek tîrêj
Çû Muhemmed aniye pênc ferz nimêj.

Çû Muhemmed ew ketî nav nîmetê
Çû Muhemmed cem Xwedayê îzzetê.

Çû Muhemmed wî bi çavan dît Xwedê
Çû Muhemmed anî cih emrê Xwedê.

Ger bixwazin emrê xweda pêk bînîn
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînîn.

Hicret
Piştî Mîracê, nebî dest dozê kir
Şeş kesê ji Xezrecê qebûl dikir.

Sala dî ew hatibûn duwazdeh zilam
Mûsabê kurê Ûmeyr çû, bû îmam.

Wextê îslam li Medînê belav bû
Nebyê Xuda, îzna hicretê da bû.

Resûl û Ebûbekir xwe dan bi rê
Xwe ji muşrîkan veşartin her derê.

Ew rê de çûn da biçin Medîneyê
Mizgefta ewwel çêkir van Qûbayê.

Xûtba ewil nebî xwend Ranûnayê
Peyre hatin ew gihan Medîneyê.

Tişta ewil wî resûlî çê kirî
Mescîda Nebewî wî înşa kirî.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Herbên Nebî
Piştî du sal borî li ser hîcretê
Muşrîkan li wan zêde kir ezyetê.

Rebbê hakim gote wan herbê bikin
Lewra ew kafir li we zilmê dikin.

Herba ewil Bedrê hatiye kirin
Rebbê mezin ew kafir mexlûb kirin

Sala piştî Bedrê kafir rabûnê
Da heyfa şerê Bedrê ew hilînê.

Nebyê Xweda leşkerî xwe kirne kom
Lewra seh kir waye muşrîk tên bi kom.

Ew nebî çû pêşberî wan li Ûhûd
Ew gihan hev, şerek mezin hat wucûd.

Ewil xalîb, peyre mexlûb bûn sehab
Ber ku emrê nebî şikand, bûn xerab.

Piştî herba Ûhûdê xwest muşrîkan
Tarûmar bikin temamê momînan.

Kom bûne ew bi hezaran muşrîkan
Girtine ser cih û warê momînan.

Hem resûl û wan sehabiyên delal
Wan çêkir bûn xendekên kûr wek newal.

Wextê xendek dîtin ewan kafiran
Şaş bûn lewra wan nekir bûn ev guman.

Rebbê âlem ferîştên xwe rêkirî
Ew bi ba û baranê belav kirî.

Wî belav kir komê qewmê kafira
Serfiraz kir wî Muhemmed eşkera.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Fetha Mekkehê
Ew resûl û hin sehabê xwey delal
Çûn Mekkehê da bikin umrek kemal.

Hatne Hûdeybiyê muşrîk pê hisan
Got bila nekevê Mekke yek ji wan.

Qasidên muşrik çûn cem nebyê dilan
Nav xwe de danîne ehdek her duwan.

Tev qebûl kir nebyê Xweda şertê wan
Lê gelek eshaba nedixwest ehda wan.

Hêj du sal ne borî li ser ehda wan
Xerab kir sulha kirî wan kafiran.

Deh hezar leşkerê xwe wî kirne kom
Çû Mekka Mukerrem fetih kir bidom

Wî paqij kir beyta Xuda ji pûta
Yek bi yek şikand û ser dev tavêta

Ew resûlê xwedyê qelbek pir edîl
Wî efû kir ew muşrîkên pir zelîl

Piştî wan dît efwa resûlê Xudan
Kom bi kom kelîma şehdê wan didan.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Heca Wedayê
Wextê nêzîk bû wefata wî nebî
Heca dawî Mekkehê pêk anîbî

Pêyxember gote sehaba guh bidin
Belkî ev sala werê hev nebînin

Sed hezar eshab zêdetir kom bûbûn
Tev li xutba pêxember guhdar dibûn.

Wî resûl wesfê Xuda da pir gelek
Got îlahî tu mezinî zehf gelek.

Paşê gote ey kesan zilmê nekin
Kuştin û fitne û fesadyê nekin.

Malê hevdu hûn nexwin, faîz nekin
Hem can û hem irz û malê hev nebin.

Her bikin qencî, îhanet qet nekin
Hem li pêlî heq û mafê hev nekin

Ferqiyê nekin, pê nefsa xwe neçin
Emrê Xuda pêk bînin ji hev neçin.

La îlahe îllallah hûn her bibêj
Bi zikat û hec û rojî û nimêj.

Lazim e emrê Xuda her bête pêş
Ji Xuda re tu şirîkan nedin pêş

Hûn hemî ê bimrin biçin cem Xwedê
Ê ji we bê pirskirin ji her kedê

Ê ku xwe girt bi Quran û sunnetê
Ew şaş nabê ji Xwedê û cennetê.

Xutba xwendî de tijî bûn ji şîret
Me hinek ji wan beyan kir pir qîmet.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Wefata Nebî
Emrê Nebî giha şêst û sê salan
Ket nav cihan ew Muhemmed ax eman.

Bîst û sê sal pêxembertî kir emîn
Dînê Xuda wî belav kir ser zemîn.

Deh û sê salê serî-l Mekkê burand
Deh salê paşî-l Medînê wî qedand.

Roj bi roj nexweşiya nebî zêde bû
Pir bêhal bû zehf nexweş bû palda bû.

Ew nexweş bû, wî nikarî bib îmam
Got Ebubekrê Siddîq her bib îmam.

Nav milên Fedl û Elî de ew nebî
Waz û şîretên xwe dawî kiribî.

Nebî belav kir çi tiştê malê de
Pişt xwe de nehişt ku tiştek dinê de.

Fatima hat herdû çavan digirî
Eshabe tev kom bibûn li ber derî.

Ayşê serê wî danî-l ser singê xwe
Wî rûyê xwe şil dikir bi destê xwe.

Nefesa wî teng bû nediçû dilê xwe
Heraretê girtibû ser halê xwe.

Nebyê Xweda devê xwe miswak dikir
Destê xwe bal erşê Xuda radikir.

Wî digot ey dostê mezin, ey Xuda
Tu min bighînî refîqê min Xuda.

Van dua û xwestinên nebyê Xuda
Destê wî ket ew çû bal Rebbê xwe da.

Roj duşem bî, meh Rebîûlewwel bî
Heyv û roja hatî de çû ew nebî.

Cih de rabûn wan xelîfekî bijar
Ser Ebû Bekrê Siddîq kirne qerar.

Şûştin û veşûştina nebyê Xuda
Pêk anî ku ew Elî şêrê Xuda.

Piştî nimêj hat kirin ser wî nebî
Menzila Ayşê veşartin ew nebî.

Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Mûcîzên Nebî
Ew resûlê serwerê pêxemberan
Mûcîzê wî zehf zêdene ey biran!

Mucîza-j hemya mestir Quran pîroz
Ew Xweda, wî hifz diki. wî daye soz.

Muşrîka xwest nebî heyvê bik du şeq
Wî dua kir Xuda ew heyv kir du felq.

Goştê jehrî anîn danîn ber nebî
Goşt axivî got tu min nexwe nebî.

Wî nebî destê xwe diavête darê
Dar pê wî diket heta dera herê.

Wextê av lazim bû ji eshaba re
Pênc tilyê nebî bû kanî ji wan re.

Ew nebiyê pir şirîn û xwey meqam
Dar û kuça lê dikir her dem selam.

Ber ku dûr ket dara xurmê ji nebî
Xutbê de nalîn û zarîn anî bî.

Xwarna hindik, çend cara zêde bûye
Carna hezar însan bi wê têr bûye.

Mûcîzên pêxemberan kir eşkera
Izna Xwuda çêbûne li her dera.

Ger bixwazin emrê xweda pek bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.

Dana Selatan
Ya resûlallah resûlê Ûmmetê
Hêvîya me tevde biçin cennetê.

Pêşîkêş û peyrev ê vê cem`etê
Pêkve werin da biçîne cennetê.

Ey birano tevde rabin bo wefa
Da selatan em bidin ser Mistefa.

Ey resûl Muhemmed
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Tu işqa qelbanî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Evîna dilanî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Tu ruh û revanî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Wechê te nûranî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Tu mîr û sultan î
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Tu cam û mircan î
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Hebîbê Xuda nî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Dermanê êşa nî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Tu can û canan î
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Tu misk û rehan î
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Qasidê Xuda nî
Esselatû aleyk esselamû aleyk

Duaya Mewlûdê
Bo Xuda bê, hemd û sena her dewam
Ew Xudayê daye me dînek temam.

Hem li ser ruhê Muhemmed tu bida
Bê hesap rehm û selatên xwe Xuda.

Ew resûlê ku te qîmet daye wî
Tu me tu carî nekî mehrûm ji wî.

Ey Xudayê ins û cîn û serwetê
Tu me bixî nava baxçên cennetê.

Em gunehkar hem ne baş û hem xedar
Me bibexşîn ey Xudayê pir Xefar!

Em sîtemkar û ne qenc û bê emel
Hêviya me tu yî ey rebbê ezel.

Em nezan û hem feqîr û hewce ne
Lê tu zengîn, dan li cem te zêde ne.

Tu bi xatrê Mîr Muhemmed ey Xuda
Êf û rehma xwe bi barîn ser me da.

Tu me bêxî nav bihuştan bo sefa
Da bibînin em Muhemmed Mistefa.

Tu fêhêtkar nekî me li mehşerê
Rûspî derbas kî me ji her derê.

Tu xelas kî me ji wê roja giran
Tu me nekî dojehê nav agiran.

Ya Rebbê me em dixwazin her ji te
Tu qebûlkî xwestinên me ên ji te.

Ev selat û ecr û xêra mewlûdê
Bighînî tu ruhê wî nebyê Xudê.

Gel Muhemmed al û eshaban tevan
Hem nebiyên heq Xuda şandî heman.

Hem bighê ruhê welî û salihan
Hem bighê ruhê seyda û xwey îman.

Bighê me û day û bavê me giyan
Hem temamê al û ehlê me tevan.

Hem bighê ruhê hewe tev ey biran
Jin û mêr û sax û miryê me tevan.

Hem bighê ruhê xwediyê mewlûdê
Hem ew kesê xwey mêvan û vê kedê.

Hem bighê ruhê nivîskarê feqîr
Remezanê hewceyê rehma qedîr.

Tu nekî ji xêra mewlûdê riha
Hem ji bo wana tevan elfatiha.

Duaya Mewlûda Nebî
Çi qas gotinên taze û şîrîn û nazik hemû ji bo Xudayê
alemê bê.
Selat û silavên Xuda li ser peyxemberê me Muhemmed û
ehlê mala wî, heval û hogirên wî û hijêkirên wî yên xey
îman bê.

Ya Rebbî: Ew xêr û berekata hasil bûyî ji xwendina vê
quran û mewlûd û va selawatan, tu teslîm ruhê
peyxamberê me Muhemmed û temamên peyxembera
bikî. Di gel ehlê mala wan û heval û hogirên wan û
hijêkirên wan ên xwey îman.
Hem tu teslîm ruhê salih û şehîd, welî û âlim û
mûtteqiyan bikî.
Hem tu teslîm ruhê me û day û bavê me, mêr û jin û
zarwên me, sax û miriyên me û ehlê mala me û mirov û miletê me bikî.

Ya Rebbî: Ev dera go mewlûd lê hatiyê xwendin, tu rehm
û fedl û kerema xwe serde birêjê.22
Ew însanên li vir kom bûyî û ew însanên bûyî sebebê vê
mewlûdê, vê xwendinê, vê xwarin û vexwarinê tu
bibarînê li ser wan wek mislê barana biharê ef û
mexfîreta xwe. Heta go yek gunehê me û wan nemînê.

Ya Rebbî: Tu taet û îbadetên xwe li me û wan însanên li
wir kom bûyî û yen bûyî sebebên vê kombûnê şîrîn bikî.
Tu me di cenneta xwe de bi dîtina xwe keyfxweş bikî.

Ya Rebbî: Tu li vê dunyayê jî, li wê dunyayê jî qencî û
başî û xweşiyê bikî nesîbê me. Tu roja qiyametê me di
huzûra xwe de dilgeş û rûspî bikî. Tu me fêhêtkar û rûreş
nekî.
Tu me ji mehdera Muhemmed Mistefa mehrûm nekî.

Ya Rebbî: Tu hifza me û day û bavê me, mêr û jin û
zarwên me, sax û miriyên me û ehlê mala me û mirovên
me û miletê me ji ezabê qebrê, ji hewla munker û nekir,
ji agirê cehnemê bikî.
Tu hifza me ji şerê kafir û munafiq û zaliman bikî. Ji
şerê xayîn û bêbexta, ji şerê çavxerab û hasida, ji şerê
fitnekar û fesadkaran bikî. Ji dijmin û neyaran, ji fitne û
fesadiyê, ji virr û hîla bikî.

Ya Rebbî: Tu rehmê li momîn û misilman û mazlûm û
bindestan bikî. Tu wê zilm û zelaletê, fitne û fesadî û
neqencî û nexweşiya nav ummeta îslamê da rakî. Tu
memleketê me û welatê me xweş bikî. Tu dilê miletê me
li hev xweş û geş bikî. Tu wan li hev şîrîn û bextiyar bikî. Tu tifaqa wan li ser
rêya rast û durist çêkî. Tu wan li ser qenciyê serbest û
azad bikî.


Ya Rebbî: Tu bi qedrê meznaya xwe kî, tu bi xatrê
kelamê xwe yê qedîm kî, tu bi qîmeta hebîbê xwe
Muhemmed Mistefa kî, tu wan duayên me qabûl bikî.
Elfatîha.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê