Helbest

27 xwendin.

Mem Bawer - Sî û Du
kerbên min ên hezar salan
li ser zimanê min zîl da ne
zimanê min dara tû yê
bi serê zimanê xwe
tû dikim rûyê zexeliyên bêxîret
şaxên zimanên min birrîn
hezar şax aj dan
li vî welatî
mirin bi neheqî tê jiyîn
jiyan ji neheqiyan dimire
di bexçeyên dîroka Amedê de
kakota seriyên wendayî
zîl didin ji nû ve
xwedêyo..!
tu mirina bi mêranî
bikî para her kesî
me miriyên xwe bi xwînê şûşt
bi axê veşart
ava jiyana me miçiqî
xwedêyo..!
ka xewna Xanî..!
welato..!
eniya axa te maçî dikim, bi deqên lêvan.
xwedî welat bûm
niha
li ber deriyê dîrokê bi lavahiyan
parsekiya welatê xwe dikim
serê min jê dikin aj didim
laşê min dişewitînin dibişkivim
ditirsim ku li Derê çiyê

-di sêdarê de zimanê min daleqînin
ez ê bimirim.

(Ji pirtûka Stêrka Sêvê)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê