Helbest

36 xwendin.

Mem Bawer - Xewnereşk
gava ku ez li sirgunê bûm
çima bi tenê gava ku ez bi zimanê xwe
dipeyivîm ez bextewar dibûm?
çima ji bêçaretiyê ez di nava daxwazên xwe de digevizîm?
em çima hînê hezkirinê nebûn dayê.?

ji filîma Bêdawîbûn û Rojek replîkek.

her cara ku di bilindahiya nişûvên şeva bêhnçikiyayî de, ez dikûsiyam mîna nalîneke bê xwedî, dêlegurê qîçbeş, xewnegeha xeyalên min ê xunavî mîna goştê xav gez bi gez û bi qertên mîna yên hûtan pincik û parî dikir.
xerabiya lêvdeq mijand nava cegera xwe hemî deriyên xeyalên hevreşimî.
dada
ji nişka ve.
mîna mija ewrîn, mîna lêvikên mijok mijand pêsîrên peyvên cîhanê û daqurtand gewriya xwe mîna şeraba sor ya suryaniyên Midyadê. wext herikî û zeliqî mîna şêrêza mezeloqî bi pêçiyên me yên hunerbaz ve.
dilê me bû kevir û em
b b b b
a a a a
r r r r
i i i i
y y y y
a a a a
n n n n

mîna reşêleyan bi ser reşahî û tenêtiya bajêr ve





rêwiyên li ser rêya xwe ya xewle li xwe mikur hatin, xeyalên wan yên sorgewer likumîn û zîvirîn jîngeha xwe ya rengzîv û tevli daxwazên xwe yên rûpûş ponijîn.
mîna rûbarên ku ji barên xwe westiyayî hatin li ser doşega deryayan pal dan û ketin xewa temarê ya şêrîn.

cûbirê demê piraniya lemên xewnên me cût û yek bi yek herifand.
yên mayî jî di binê giraniya kapûsê xewnên lal de pelixîn. bi nalînên bê xwedî mîna qijnikê lihêfa xwe hembêz kirin bi girîneke fetisokî.

melayîketa dîl, ji dil qêriya bi ser min ve
rakeve kuro rakeve..!
dinya valahiya kaînatê danegirt, de îcar tu rabûyî kaxizên çîlspî bi rihê peyvan dadigirî
hewargidî.

min guh neda wê
bi salan, bi pey peyvên wendayî yê binhişê jiyana xwe ketim ez.
bi şev û rojan.
çi bikim, zarok bûm qicik bûm ez, ji çîroka Elik û Fatik mîna fatê, ji şopên xezalan qurteke ava efsûnî min vexwaribû carekê. êdî nedibû ku ez zexeliyê li qewmê çîrokan bikim. û rojekê min deriyê qesreke kevnare tahn da, derî vebû ji nişka ve, di hewşa wê de min çavên xwe vekir. belotên tahl teqiyan li kulîna
hişê min ê evîndar.

min dixwest ji te re, ez qala xewn û xewnereşkên xwe bikim, wekî ku mejiyê min mar pê vedabe, di zengelorka min de diperpitîn hemî bêjeyên kêvjalî
rihê min diêşiya.
melayîketa şerîda bi baskên xwe yên ronîgewrik bar kir û çû, mirov di nava reşahiya xewnereşkan de xeniqîn. dinya di valahiya kaînatê de bû çavê ava reş
û
ri
ji
ya.








hemî mirovên der dora min, hemî kesên ku bi navê dost min wan binavkiribû, ji aş û qeraş dipeyivîn. roj hat di şev û rojên ronî de xewn dibûn xewnereşk, bi girîneke fetisokî digiriyan dilîn û ez tenê gava ku bi mahsereya peyvan kobeya pişta payîzxêran dixêzînim bextewar dibim.

bêhntengiyên min
di esra teng de, peyvên xwe yên şêr(în diesirînin.
di tora şerê felekê de hoste
di tora evînên serhişk de
daragûzeke pûç bû laşê min.

te nizanibû lê
her ku bawîşk dihatin devê te yê lîrîk û xayîs, min dixwest di tahma berfedimskê de ez bimijim
lêvikên te yên mijok.
dilê min dibijiya tendûra laşê te yê pêtî
pê tîna xwe min dişikand.
dişikiya şembelîkên şeva şikeva li qeraxa êvarên tetirxanî.
xwekuştin dibû meleqof û dişemitî wê gavê ji ser birînên me yên xewarî.

wê carê cot caran min ji te hez dikir.

(Ji pirtûka Melayîketa Dîl)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê