Helbest

26 xwendin.

Mewlana Celaledînê Romî - De Here Êdî Pênûs Zuha Bû
Da ku xwîn bibe şîrekî zelal, dem gerek e.
Mûyê di çav de mîna çiyayekî mezin e.
Hey dev, tu di devê dojehê de yî.
Di navbera dahêner û sextekaran de cudahiyên pir mezin hene, yê pêşî mîna Dawid e lê yê din mîna dengvedanê ye.
Bilaçemkê bêmirês ne ku dijminê hetavê ye, lê di xweveşartina xwe de dijminê xwe ye, hilatina hetavê bixwe wî dikuje.
Lê ma hetavê westana wî dipejirand?
Te bixwe wêne(sîber) dîtibû lê te guh neda wateyê.
Ji boyî avê wek masiyekî diêşiya.
Ger dilê te bi ser dîwaran ve ye, xwe ji kevnariyê rizgar bike.
Te wateya azad û serbest zindanî kir, lewra te hişt ku ba bibe dîlê tîpan.
Ji boyî ku hînî peyivînê bibe, pêdiviyî demekê ji bêdengiyê ye.
Ew dahêner e, li pey mamosteyan naçe, ew ji bo hemiyan palpişt e lê xwe naspêre ti tiştî.
Te giyan ji boyî laş dişewitand, te giyan şewitand û laş pê ronî kir.
Ez dê tîpan li bin guhê deng û gotinê xînim hetanî ku bêyî wan hersê alavan bi te re bipeyivim.
Bila wêran bibe, ez li ber nakevim. Ma ne dê gencîneyeke şahane di bin kavilan de bimîne.
Digel ku ev zemîn û ev esman pir fireh in jî, dilê min bi tengahiya xwe let let kirin..
Lê ger wate hat wêne çi ye?
Hesp jî bêyî siwar çi derbarê wêneya rê de dizane.
Daku rêça mîran binase gerek siwar jî mîr be.
Heval mîna zêr e, serêşî jî mîna êgir e, zêrê zer jî di nav êgir de kêfxweş e.
Dê xwîn digel peyvan ji devê min bipijiqe.
Ez qeydên laş ji lingên giyan vedikim, da bikaribe li derdora hevdînê bigere.
De nebêje ku ev giş xiyal û derew in, di jiyanê de xiyalek bêrastî nîne.
Here, li wateyê bigere, ey bawermendê wêneyê, wate ji boyî laşê wêneyê bask e.
Ger gaveke dî bavêjim ez dê bişewitim.
Stêran bandora xwe lê dikir, lê piştre, êdî dibe mîrê stêrkan.
Ger tu bi yekî re bî û ew yek ji te fam neke, mîna tu di zindanê de bî.
Ronîkirina van gotinan pêdiviyî şirovekirinê ye, lê ez ji têgihiştina kevnare ditirsim..
Dema tu li dergehê wateyê bidî dê ji te re veke.
Di nakokiya tîpan de dudilî û guman peyda dibin.
Ez şûr im û şûrbaz jî tava rastiyê ye.
Dema ku bager radibe, sergo bixwe dev ji cihê xwe berdide.
şûrê xewnê ji şûrê hesinî tûjtir e.
De here, êdî pênûs zuha bû.
Mîna şêrê ku xwe ji daristanê çeng dike, wêne jî xwe ji wateyê çeng dike.

Wergêr: malpera Êvar Başê (amude.net)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê