Helbest

200 xwendin.

Mihemed Omer Osman - Xwekuştin
- Ax.. Kengî kêra bin balîfa te dê bê...
Di nav gulpegulpa xwîna te de germ bibe?
Yan kengî mirin bimre û di odeya te de..
Ewra xwekuştinê ji hev belav bibe?

Nîveşevan.. gava hawarê li mirinê... li mirina xwe dikim
Rûyekî madzer.. ji dûr ve tê.. madzer her wekî mijê
Her ku tê madzertir dibe û reng lê namîne..
Ji nişka ve dibêjim.. wey.. ew bi xwe hatiye
Serê xwe daniye ser pencera min
Dibişire û
Pirr bi bêdengî... li rûyê min î mirî.. hûr dibe..

Ez jî kêrê vedişêrim
Nefretê ji fikra xwekuştinê dikim
Jê re dibêjim.. canam.. agir li canê min î cemidî berde...
Da ez dil û singa xwe ya tije kul parçe parçe nekim
Dibişire û
Gava ez gavekê ber bi wê diçim..
Min dihêle û diçe..

Rûyê wê yî madzer... madzertir... zer dibe..
Ji nû ve odeya min tije dibe bi olana gorê..
Bi hezaran tabût... di nav çavên min de.. dihejin
Li nav mij û moranê... hawîrdorê xwe dipelînim û
Careke din hawarê li wê kêra reş dikim..
Çend kêliyek tê ve naçe.. berî mirina min.. vedigere
Mad lê zer... zertir dibe... reng lê namîne
Ji nû ve destê min sar dike
Xwekuştina min ji bîr dibe

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê