Helbest

7 xwendin.

Mistefa Begê Kurdî - Leylekey Be Meylekey
Leylekey bê meylekey mehbûbekey eyyare kem
Şoxekey bedbextekey bê rehmekey xeddare¹ kem

Zallimey le Xwuda netirsey kafirey bê mirwet e!
Qatilley aşiq kujey celladekey xûn xware kem

Gullbeden, sîmînzeqen, xet yasemen, fendeqdehen Esmerey qed ererey naz û nezaket dare kem

Leylekey, çawmestekey, dill bestekey, newrreste² kem
Hûrîyi cennatu tecrî tehtehel-enhare³ kem

Newcewan, ebrokeman, şîrînzuban û nukte dan
Turkreftar û perîruxsar û perçem dare kem

Ger reqîb! Sed car derim ka ya cinêw im pê bida
Na'îlac im her debê bêm bo selahî kare kem

Emêsta boyeke Hîcrî jehrî dûrî çeştuwe
Tellix guftar e kelamî lelî şekkerbare kem

1 Xeddar: Sitemkar, zalim, zulumkar, cewrkar
2 Newrreste: Nûtêgihîştî, tazepêgeyîştî
3 Cennatu teen tehtehel-enhare kem: Amaje bo ayeta 136 a sureya Alî 'îmratt, çend beheştek ku di jêrê wan de rubarê avê diherrikin.
4 Nukte: Mebest biçûktiya dev û şîrînîya ziman e.
5 Cinêw: Çêrr, dijûn. Xeberên nebaş
6 Naîlac im: Bê derman im, naçar im, mecbur im.
7 Selah: Başkirin
8 Hîcrî: Yê ku ji welatê xwe vediqete û muhacir dibe. Kurdî mexlesa Hîcrî di wextê mihaciriya xwe de bikaranîye.

*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê