Helbest

65 xwendin.

Narîn - Evîna Sermest
Di vê êşê de, ger tu li ber serê min ba,
sînorek li pêş û yek jî li paş
çend mêrdewandi navbera min û dilberê min de cih digrin
çend çûk û çivîk bi perekê dikarin min di hemêza te de biçînin
Min bêrya te kiriye
Ez hewcedarî te me, ez bihewceyî wê hemêza germ im
Bi vê serxweşiya xweş ez dixwazim
Ez te.
û em bibin yek, yek can, yek laş, yek quling
Ji te hezdikim
Hawar dikim, hawar nakim dengê min nayê te
yezdanê dilovan, ma çima tu li min û dilberê min wa dikî?
Ma min çi guneh kiriye
Min çûk di berf û seqemê de ne peritandine
Ez çi bikim tu dê li min were,
ez çi bikim dê aştî bikeve nav me
tu dêdilovaniyê li min bike.
Ez westiyam di çavnêriya dilovaniya te de
Di wê seva xweş de min dixwest ku,
Ez di hemêza te de bama
Ey dilbero, bazê evînê
Qey tu û evîn nawestin
Ji te hezdikim
Dengê min tê te ?
Ey evîndarê perîşan
Te xwe di hezkirina min de winda kir
û ez jî bi xwe re
Kul û derdên min îro hatin der,
Bi peyala meyêre
Bi dengbêjê hêja M. şêxo re ( di ber dengê M. şêxo re)
Bi bîranîna te
Te yazdeh salan ez paş de vegerandim,
Te ez dawerivandim,
Mîna perçakî ji qeşa li ber kelagermê
Ji te hezdikim, ji wî hezdikim
Tu û ew yek in
Tu bi stranên xwe û ew bi hezkirinê
Hûn herdu mîna pêxembera ne
Tenê hûn hezkirina mirovan dinasin û ji bo hezkirinê dijîn
Evîna min, jiyana min û her tiştê min î xweş
Ji were ne, ez dikim bi qurbanî we.
Ez dikim diyarî we
Ez ji we hezdikim

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê