Helbest

31 xwendin.

Narîn Metînî - Mihemedê Min
Ho mihemedê min
Delalê li ber dilê min
Hêvî û jana cergê min .
Ruhniya herdû çavê min
şadîmana jiyana min ..
Mihemedê min..

Ji axîn û gaziya xwe .
Ezê gerdûn bihejînim .
Li ser canê teyî tayen ..
Hêsirê germ birijînim
Her dem bê te ez bê jînim .
Mihemedê min..

Ezê xewnên te dadim .
Bi sitêrikên esmanare ..
Cîhanê bikim zayîn
Da tû bibe rewşa lawan
Rêberê milet û karwan
Welat perwer û pakrewan
Mihemedê min..

Ezê li te bigerim her dem
Di sîber û leylanan de
Di rojên dûdirêj de .
Tîrêjên rokê bihûnim ..
Di nav agirê sar de
Bi germ û havînê re ..

Li benda te bimênim
û bimênim .
Mihemedê min..

Ezê keseran bi bayê felekê re
Berdim..
Delametên te
Bi pelên payîzê re bihevdim .
Di şevtariya dirêj de ..
Ezê bimînim li benda .
Sawêr û xwenan ..

Hêsirên xwînê ..
Bi barana zivistanê re ..
Bibarînim .
û bang kim
Mihemedê min..

Ezê hêviyên te ..
Bi gul û beybûna re
Avdim ..
Bîranînên te
Bi biharê re hilm bikim ..
Mihemedê min..

Mihemedê min ..
Rabe ser xwe .
Rahêje ala rengîn .
Dîlana şoreşî li dar xîne .
Ji rohniya evîna xwe .
Findên azadiyê vê xîne
Ji pirîskên xwîna xwe
Kulîlkên sor raxîne
Dilê min jan û axîne
Mihemedê min..

Bibe simbola aşîtiyê
Bibe şana biratiyê .
Bibe dengê yekîtiyê .
Navenda kurdayetiyê
Mihemedê min..

Dîrokê bineqşîne ..
Piyamên vînê bişîne
Helbestan bi weşîne ..
Rûndikên me .
Bi xuşîne bi meşîne .
Mihemedê min..

Ezê ji fernêskên xwe .
Axa welat avdim
Da ku buhar şil bibe .
Bibe buhişta jiyanê .
Ezê cîhan bi xemlînim
şahiya te amadekim .
Mihemedê min..

Ceger xwînim
Dil disojim ji hinava .
Her dikin hêvî û lava
Ey hesreta herdû çava
Li roja sersala kurdî .
Li bîst û yekê avdarê
Bibî zava ..
Kincê pêşmergan li xwe ke .
Kilîla sor li ser bûka xwe dake .
Xêliyên te ji çar alîne
Govenda te xemalîne ..
Cegerê min binalîne bikalîne
Mihemedê min..

Keskesorê li bejna xwe bigerîne
Da ku sazbendê kurdan . Hunermendê Kurdistan ..
şivan perwerê jiyan bi stitrê li dawete te .
û bêje bejna Mihemedê min nîşana serê çiya.
û bejna delalê min nîşana serê çiya .
Mihemedê min..

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê