Helbest

38 xwendin.

Diyarî ji jina kurd re

Zînê
Xizanên te
Ji dara jînê weşyan
Li ber bayê nervînê hilfirîn
Temenê teyî tayen
Bi ronahiya rojê re çû ava
Bes rondikan bibarîne
Ji çavan mîna baran
Ji hatina fermêskên te
Kanî û cobra der bûne
Derya hêsiran der bûne
Derya hêsiran mezin bûye
Bi bayê keserê te re
Dem dilorîne
Êş û jana dibarîne
çiyayan tîne xwarê
Dîrokê hişyar dike
Bi gaziya te re
Bi qîrîna te re
Milet hişyar dibe
Zînê
Bi tariyê re şer neke
şev dirêje
Sitrana evînê bêje
Kirasê tirsê li xwe neke
û çarika sawê li xwe negerîne
Hêviya li ser xaka xwe biçîne
Stêrk li te guhdar dikin te bibînin
Ristan bi rêse
Agirê viyanê dade
Xwe li ber germ bike
Li ber ronahiya heyvê
Li xwe binêre
Porê xwe şeke
çavên xwe kilke
Serê xwe hilde
Rahêje yelmûma cîhanê
çîroka xwe binîvise
Li ser rûpelê heymana
Bimîne li hêvya peymana
Peyala azariyê vexwe
Bêhna xwe bikşîne
şarê me beyar û şîne
Li ser dîwarê demê
Rewşa xwe bi neqişîne
Peymana xwe bişîne
Nelerize ji ber sermê
Ji ber sawa sitemkaran
Desmêj bigre bi xwîna pakrewana
Di berbanga sipê de
Limêja azadiyê bike
Lava bike ji xwedan
Bike berxwedan
Bi hêvî be bi bawer be
Bimêne li benda elendek
Bi omîda te
Sawa şevê kêm dibe
Tarî bar dike
Dem zelal dibe
Roj derdikeve
Tîrêjan diçirisîne
Dîrokê dinîvisîne
Buhar geş dibe
Hêvî û kulîlk şîn dibin
Bêhna evînê belav dibe
Keskesor li asûmana vedibe
Jiyana te rengîn di be
Evîna te bengîn di be
Zînê
Zînê
Zînê.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê