Helbest

29 xwendin.

Nîhad Temer - Xorişt Mebesta Min e
Bi lez li pê
Êlbatê pinpinêkan
Li pê basikên sor û mor
Bi rengê keskesorê
Li dora bexçê gula gul bi gul meyze dikin
Mîna gera çavê min ji şaxên ta xunçên gula
Digeriyam li rengên wendayî
dem bûrî ro bi kenê nazik
Li paş çiya xatir dixwest
Hîn çavên pinpinîkên wendayî li dora xwe
derin û tên
Ne
Cî
û ne
War
Vedigeryan li cîhên barkirî
Bi destê xwe tariyê diçirînin
Li pê albata ew çavên tirsonek
Bê çare maye
Bilind firiya firiya
Ji tariya bê bext
Li ber çavan rawestiya
Li hêviya albatên pinpinîkan
Ku ew di hundirê xwe de dîl bikin
Di valabûna şev wendayî
Li pê pinpinîkan pêlk bi pêlk
Soma çavên min xwe run dike
şev bi şev ez diqelêşim
Li wir ser milên girê pûç
Li jêr hêla şikefta bê xwedî
Xweya dike baskên rengên
bê soz bi tariyê re dibim heval
Tiliyên xwe dikim baqên gulan
Bi lez bê tirs xwe ji şevê vedidizim
Li bin xorişt ew mebesta min
netirs ku ji tariyê netirs ku ji mirinê
netirs ku ji dawiya destpêkê
demên ku min tewanbar dikin
bi kuştina bahozên
min vegotin ku ez gunehkarê
oxirya tariyê me
gunehkarê gir şikeftan
gunehkarê elbata pinpinîka me
gunehkarê toza li pê kerwan
şev bi şeveqê re dikene
xwe ji gunehên min vala dike

bi hêrs feryada mirinê
bi destpêka beyanî
bi kerwan re zengil lê dixe
li pê xwe tozê dihêle mîna
estana stêrkên şevê
der û dere bê rawestan
ta ku bê berf û baran
şevan ji roniyê dişo
û kerwan bi lez û lez
diçe
şikefta li bin siya toza rê diqelêşe
hêvî
miryên şevê
peyalek ji jarê diherike
ta tîrêjên rokê
şev bi tariyê dikene
laş ji zemînê direve hudurê mehtabê
ji dîroka çepel
zemîn bê zare xemgîne

elbatên pinpinîkan li ser termên
bê giyan difire
ta şikefta bê dawî
çûk lêne bê hêlîn
bê hêvî
bendewarê qêrînek ji leylanê
qêrînek ji laşên bê giyan
goran bû şîwaz û hovîtî
mirin bû rastî
pinpinîk bûne kisika kovî
li ber deryê şikeftê pîreke bextreş
bi zimanê şeytan daxive
tê wergerandin zimanê efsane

di nav asman
û çiya
di bin rehên gula şilêr de
zarokên heftê salî
li kemencê dixin
bi hêrsên zemînê awaz lê dixin
dîmên ar li pêşiya şikeftê
bi hezaran nêgaran dişewitîne
êlbata pinpinîkan dibin arî
û kerwan dibe bend
û hîn mendal di nav rehên
şilêr de
kemencê saz dike
bi sitrana
xorişt mebesta mine.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê