Helbest

37 xwendin.

Omer Dilsoz - Lûleper
Lûleper
Li beyarekê, li taldeyeke veder
Bi kîjan êşê vedihewînî bêhna xwe
Ji kîjan keserê,
Ji kîjan rondikê,
Ji kîjan dilopa xwînê;
Ji dilê kê diniqutî?

Lûleper
Êşan nede der
Ev, taldeya veder
Ew, wargeha bêserober
Ev, rûgeha rengqemer
Ew, dilgeha birîn bi xencer

Lûleper
Demsal di nava demsalê de, li çaleke bêbinî
Kêliyên herî watedar dinixumîne
Kêliyên ji temenê evîna min a talankirî
Evîna min a bizmêk lêkirî
Evîna min a di nava wan kêliyan de jibîrkirî

Ax Lûleper,
Were, xwe nede aliyê veder
Ev, em ên ji hev belav
Ew, em ên bê sîtav
Ev, em ên wekî ribadan hevxur
Ew, em ên li dij hev wekî şûr

Erê Lûleper,
Ji êşan dizên kahniyên vê axê
Di malzaroka kovanan de
Kêliyên bêdestûr têne ber
Gana vê dîrokê heram e
Bi tovikê janê hatiye meyandin

Lûleper
Êşan nede der
Ev, taldeya veder
Ew, wargeha bêserober
Ev, rûgeha rengqemer
Ew, dilgeha birîn bi xencer

Lûleper
Ax Lûleper,
Zimanê min ji bo çi bigirê tê
Peyv dixesin
Di nava hilmijîna windakirinê de
Nayên rêzê gotin,
Nakevin dû hev
Saz nabin hevok
Asê dibe
Ev dûrdikeve, dibe ew
Ew winda dibe, dibe ewê dîtir
Ewê dîtir xwe li tu asoyan ranagire
Veder
Derbeder
Bê şûn û bê dever
Ax Lûleper!
Nayê gotin, nayê gotin ka çend giran e ev keder.

Lûleper
Kêliya herî rast,
Bizaveke serbest;
Bêyî ku li tûrê demê bialiqe
Di nava henasa min de diqerise
Hilmijîneke bêqîmet
Di rondika çavê min de winda dibe
Ev
Hemû ev ên min winda dibin
Hemû
Hemû ev ên min terka min dikin
çi xerîb e ne wisa;
Li valahiyeke veder,
Li vederiyeke vala;
Di nava hilmijîna kêlikekê de pûç dibim.

Lûleper,
çi ecêb e ne wisa;
Kengî bixwazim winda bibim
Bêhna te seh dikim
Kengî bixwazim te bêhn bikim
Te winda dikim
Tu jî çi zû diçilmisî Lûleper!

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê