Helbest

98 xwendin.

Osman Mehmed - Birêveçûna Gulê
Ji kavilê min
Ji baweriya min
Berxikên zarokatiyê
Pê li hişê min kirin û çûn
Zurçik li dil şîn hatibûn
Dil -sor kavil-
Li guherê

Bi rê ve diçûn niha
şivanên li pêçekê hê
-nobedarên her dem ên qesr û gulê

Min ê birêveçûna xwe bidîta
Ji serê memikê ta bi toza eşqê
Eger li şiyariyê bama
Weke şivanekî
-heta bi şevan û şînan-
Li erzêla lêvan

çiya ye hemû cîhan
çiya û çivîk in hemû sibeh
Li ber serê gulekê
Guleke ku nû dize
Guleke ku bi rê ve diçe
Gulek e dikeve
çiya naheje

(xew gur e giyan bê gor
Li ber siyeke wek a gulê
Xeniqand berxikê min
Awirên tava heyvê
Tagirtina şivên
Dil berx e axx
Hemû zarok li şînê!)

Min gul maç dikir bi nobe
Qesra ku yar lê duderî
Gulê ez disotim bi bêçareyi
-deriyê qublet ji bo birindarên gulê...

Tu di deriyê bakur ve were ey sirra gulê!
Ey gul! Tu xencerê bi xwe re bîne
û di deriyê tarîxan ve were
Bo kuştinê.
Nobedariya qesrê bi pelê te ve xwîn e
Yara li qesrê perî ye cin e!!
Di qubaleyekê de
Sûretê çavan
Esîr
Di yeke din de
Kabên zarokatiyê
Tarî
şîn e li hemû pirpirînekên mizgîniyê
Cesed li ber roniya pencereyê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê