Helbest

86 xwendin.

Osman Mehmed - Di Ser Şevê Re Têm
gava kes li qeraxê şevê nema
ez ê lê bim
bi sirsirkên ku bêhtir li şevên kolan dizîn
û stêrkên ku bi mirina xwe nahisin...
ez ê lê bim
eynî li wê derê
ku kezî zuxirkî ne li wir û memik şahîk in
ji bo bêhêviya şekirîn
-ku ji ber xwîna heyamê ya tozgerên
li heft qurçikên dil melkes in
û toza li ser rû bi ezxulamtiya ba dixapînin-

gava kes li qeraxê şevê nema
ez ê lê bim

lomeyan neke ey ba bi serê sin
-ku baz û tavê li yek hêlînê dicivîne-
ez ê ji tefîna du dengên li kêleka rû bizabim
û xencera ku destê xwe ji gulê şûştiye:
ku agir e û ji zû ve li vir e
şeveke agirê daran
û esreke xweliya hestiyan...

tu nebêje
heke şev li xwe mikur nehat û negot:
bejna min ne tak rîhana li ber şekan e
û hew gidî gidyano...
ne wek berê ye mana min a li çol û beyar û kavilan
li nik havîn û dest û keviran.
ji ser xwe birin sawa min
kevanê keman û dizên evînê
aax, û jerg û dilê min du awir in, du kêl
û xwe li ava Bûnisrayê mehr kirine!..

û neke mitale tu ey tav
ku te dît kesek nîne li şevê
tu bizanî
bêyî piştiyê hawarê ez ê lê bim!

û ez ê li erbaneyê xim heta ku şev hebe
û derwêşê roniyê...
- bi erbaneya ku min ji destên wî girtiye...

(derwêş li hemû qudb û qesrên dil bû
û ronî ji evînên rûterikî re mexel hingî;
gava ew pevçûna hefsed aliyên dilekî fetisî
ji delavê birîna xencer û şûr dirijiya
û li xwîna di laş de -ya kokelên nû- dihate xezebê)

gava kes li qeraxê şevê nema
ez ê lê bim

tu were...
_____________
gulûcinûkavil, weşanên avesta, 2002, stenbol

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê