Helbest

34 xwendin.

Osman Mehmed - Dîqkirina Qereçiyê
Qereçî wê di pişta beyaniyan ve dîq bike
Ku Qereçî dîq kir û keniya
Tu ê nû bi hetava hezkirinê bihesî û dilê xwe derxî devê derî

Wê keziya xwe berde ser dîlokê
û bireqise li dor rû û êgir gelo
Qereçiye?!
Piyên min hingî gêj bûne
Ji wê bêxewiya te ya mîna beyarekî
Mîna dareke berrî
Di ko kela bêdeng ya evînê de ji xuşexuşa pelan
Ji kizina madzer
Weşiyaye evîngêj bûne piyên min
û dewsên wan li hemû ewrên sore belav dibin

Lê Qereçî
Min soringek jî danîba ser lêvên te
Da hema vê carê wer nebûbana
Ji deviyan

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê