Helbest

71 xwendin.

Osman Sebrî - Azadiya Kerê
Nêrîkî kovî hilmeştî û şeng,
Hate wî pêjna zirîna kerê,
Dixwest bizane ka kî dizirî,
Hew dît kerê reş dike qoreqor,
Li ser pişta wî kurtanê kevnar,
Di histû zengil, di serî hefsar,
Hate nik kovî gelek sergiran,
Digote kovî : tu çi teba yî ?
Bêkes li çolan wa serberda yî,
Bo çi bernadî van rêl û govan,
Were te bibim nava mirovan,
Ne heyfe holê bê xwedî û yar,
Kovî gote: ho birakê ker,
Ev çiya hemî cih û warê min,
çi kesê dilçak dost û yarê min,
Min navê afir ne divê xwedî,
Ji roja bûm min xwe aza dî,
Ev şîreta te bê fesal û şaş,
Têde nabînim ti ya rast û baş,
Gelek xeyîdî kerê guhdirêj,
Got: bi ser û ber ne peyivîm hêj ,
Min heye xwedî, ji bo min axur,
Ava kiriye tê hene afir,
Tucar nakêşim xema xwarinê,
Xwarin, vexwarin bê hijmare pir,
Bo sermê negrim da min ev kurtan,
Xiste serê min reşme û sergoş,
Min li mal hene du qeyd û merbend,
Pê têm girêdan bi kapok û zend,
Nabim pelîse ji bo gurê zer .
Kovî dikenî digot: ne wa ye
Gur jî wekî te gelek tirsok e,
Heye hîn pirtir qels û bizdok e,
Xurt e çi dema qelsan bibîne,
Qels e çi gava xurtan dibîne,
Tirsê di dilê xwe de bi gerde,
Vê ramana pîs bavêje berde .
Kerê digot wî: ne bê zirav im,
çawan vê kêfê hemî dê berdim,
Kurtan û hefsar, afir bi derd im,
Kêfa xwe dikim wek mîr û paşan,
Kovî di gote: tu guhdirêj î,
şerm e ku wa bi dîlî tu şa bî,
Bavêje hefsar, kurtan û zengil,
Ma qey te nînin mêjî û aqil ?
Kesê bi rûmet qîma xwe nîne,
Vê kêmiya han bi xwe de bîne,
Guh bi xwe de girt pêl bû kerê reş,
Dihat bîra wî tolik û kerbeş,
çawan vê xêrê dikare berde,
Heye ku canê şêrîn bi serde,
Digot : ez naşêm bijîm bê hefsar,
Bê axur nabim dema bû êvar,
Azadî çi ye? digel tirsa can.
Bê tirs min divê bixum parîk nan!
Gava bihîstin kovî ev xeber,
Digotê: rast e, aza nabin ker .

1960

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê