Helbest

64 xwendin.

Osman Sebrî - Dayê
Bi erd û ezman, bi navê xwedê
Nizam bi çi rûy dibêjim yadê
Min tu hêlayî dilkul û xemxwar
Ji lewre îro şermende rûsar
Tînim bîra xwe salên ku borî
Jibo kama min çer bûyî gorî
Goriyek bêdeng, bê gilî, gazin
Te pirr êş dîtin bo armanca min
Ji min kiz nebû dilê te yê girs
Lê nebûn mêvan ne qelsî, ne tirs
Wî qenc nasîbû dûşa min a rast
Ji lewre bo min serdestî di xwest
Di vê rê de wî çiqas didît êş
Bê tirs û perwa her xwe dida pêş
Ne zîvariyê, ne suhna neyar
Ne qerfên bedxah, şûrê sitemkar
Nikarîn bişkîn birnê çavên te
Hilgire sitem, digel zîvarî
Wek te xwe ragre di nav wî arî
Himbêz ke dilgeş kama lawê xwe
Wî agirê sor têxe dawên xwe.
Tu zanî hingê hê ez ciwan bûm
Di têgîhanê gelek nezanbûm
Tenê rûmetê ez xistim wê rê
Baş ser wext kirim hin hevalên çê
Ji nû min bîr bir êşa bindestî
Jibo gelê Kurd divê serbestî
Di welatê xwe serxwe aza bin
Wek gelên mayî bijîn û şa bin
Heya ez giham vî warê hişyar
Ji te dûr mabûm sêser û bê war
Ew keys neket min da bo te bêjim
Kulên dilê te der kim birêjim
Heya bizanî min kam bilind e
Rêya li ber min pirr qenc û rind e
Hêja ye mirov xwe bike gorî
Da hilde tola sitema borî
Di rêya xebat ji bo niştiman
Pê aza bibin Kurd û Kurdistan
Te xwe neda paş ji fedakarî
Serbilind mayî her di vî warî
Ez jî digel xwe serbilind kirim
Te xistim rêza peyayên welat
Kesên têkoşer ji bona felat
Sed hezar carî mala te ava
Her mineta te li ser her dû çava
Bi serhatiya me eger bizanin
Dê gelek tiştan bikin bizanin
çawan kurê tey dewlemend û têr
Jibo niştiman girt rêyek gelêr
Ne got mal û milk, ne zarok û jin
Dest ji wan kêşa da ser rêyek kin
Rêya xebatê bê badan û çiv
Mirin û westîn jêre wek hingiv
Xebata xwe kir bi belengazî
Hin caran birçî, pêxas û tazî
Hilgirt mineta camêr ne camêr
Lê nexwest bibe xudan mal û zêr
Tenê wî raman doza welat bû
Her xebata wî ji bo felat bû
Lê qet newestî, nekir zarezar
Wek te serbilin li pêşî neyar
Pîsî, kêmanî ne anî ser xwe
Xebatek durust danî bû ber xwe
şerê pîsan kir bê dilovanî
Kêmaniyên wan yek yek deranî
Di warê xebat nehiştin noker
Bi dilekî hişk digel wan kir şer
Nandoz û keysbaz, hinek sergevaz
Ketin nav lingan bûn tewz û tinaz
Xistin xebatê karker û cotkar
Jê re bûn pêşeng xwendeyên hişyar
Holê destpêkir xebata gelêr
Wî hêvî heye di nîrekî çak
Ji bo gel bike hin xebatên pak
Berê gotine: Kesê da ser rê
Eger neweste dê hergiz bighê .

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê