Helbest

55 xwendin.

Osman Sebrî - Halê Welat
Divê tu zanibî, ev bûne sê sal
Min nedît xwîşk û bira, xelkê di mal
Ne me dît axa welat, pîra dîyan,
Ne vexwar kewsera gewr ava çîyan,
Dipirsî îro ji min halê welat,
Dê bêjim jê diçin sed agir û pêt,
çi çîya, deşt û newal, rêl û zimag,
çi bajar, gund û kelat avahî pag,
Heya bi dar û çîya kuç û zinar,
Bi girîn, kezeb ji min anîn xar.
Ne kêzan, ne şivan û şîna giran,
Sorgerî ava çeman bi xwîna biran,
Rojê sed êş û birîn, renc û keser,
Ji dil û cergê wan der têne der,
An dibin arnanc ji bo tîra neyar,
An dibin ji nav welat bê şûn û war,
Axivîn ji canê welat diwazde birîn,
Herikîn Dicle, Firat deh sala xwîn
Qe nizam hewceye wî halê xirab,
Ku ji min cerg û hinav kirîye kebab,
Dibêjim bê sor û ber, bê doz û tol,
Ji me çûn deşt û çiya, namûs û ol.
Pir spas ji xwedê, we ew der ne dît,
Tu bê qey nemane mêrxas û egît,
Welat dîl, xelkê têda hemî reben,
Bê girîn nabînî, rûkî li ken.

(Ji pirtûka bi navê Tarîxa Edebyeta Kurdî 1, ya Qanatê Kurdo hatiye girtin/Amadekirina bo weshana înternêtî: Soreklî)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê