Helbest

47 xwendin.

Osman Sebrî - Ho Reha Çepel
Ho reha çepel! tev girêk û xar,
Ji rûçikên çak hemiyan bêpar,
Ola te qelsî, bawerî, derew,
Dilê te qirêj bes ziman bedew,
Ramanek ne rast bû rêberê te,
Ji rûmet vala maye serê te,
Naşî bibêjî tu gotina rast,
Dikarî bêjî: reş e rengê mast

02.12.1962

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê