Helbest

54 xwendin.

Osman Sebrî - Mirin
Sibe an dusibe, piştî çendakî,
Teqez dê bimrim bi xweşî û çakî,
Ji bo çûna min hêvî ji yaran
Ew nexeyidin zînhar tucaran
Cendek dimirê, lê can dimîne,
Bo tiştên herhe tunebûn nîne,
Mirin, vejîne li cihekî din,
Ew cih şîrîne, diyare ji min,
Gelo ma zanî, ku de diçe can?
Ev ji yezdane, diçe nik yezdan,
Kesên bîr nabin felsefa jînê,
Wan navê mirin, çav li mayînê,
Divên bimînin pîr û pejmûrde,
Qels û berdestî, qilûs û qurde,
Ma kînga meywe maye li ser dar,
Dema bû payîz divê bête xar,
Heke jê nebû diçilmise ew,
An diperite, dihelise ew,
Xweşiya jînê xurtî û zanîn,
Li cihên bilind lingê xwe danîn,
Dema nizim ket peşka te dijîn,
Nema hêjaye li dinê mayîn,
Mirovên qelsok newêrin hercar,
Ditirsin gelek li tiştên nediyar,
Heke bizanin dice ku mişwar,
Nema ditirsin ji mirnê yekcar,
çima bitirsin ji vê çûna han,
Ma kî naxwaze biçe nik yezdan.

1958

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê