Helbest

79 xwendin.

Osman Sebrî - Sitî
çiqas bextê me reş û kirête, di nava cihan,
Nemane bindest û pepûk û reben ji xeynî Kurdan.
Jibo azadîhemî şerr dikin çi reş û çi zer.
Her car bi rengek em tên xapandin dûvik û terî,
Bê nav û rûmet di nav lingan xwelî û herrî,
Gelek dikêşin bi dilfirehî zîneta neyar,
Ji lewre em bûn Kole û kolî ji bo kolîdar
Lê ji bona hev gelek jêhatî wek baz û piling,
Bo hilweşandin hemî şareza wek tevr û kuling.
Me nedizanî kû em Kurd bi xwe berpirsiyar in,
Gunhê me ye ji bo doza xwe bi xwe neyarin,
Vê bindestiya duhezar salî, gelek serencam,
Sinçî ji me bir, bê rûmet hêlan bûne canxulam
Bê serhilanîn bijîn bi pîsî jiyanek teres,
Sed hezar tifî li navçava wê, heke wa be jîn,
çêtire mirin, an tiştek kirin, ne holê mayîn,
Em gazina xwe ji Kurdên îro yên bîrbir dikin,
Navê wan bîrbir, lê ew xweşbîrin bo welatê xwe,
Bo dil xwazekê ji bîra dikin teht û latên xwe,
Bi dilpaqijî ji bav û kalan hîn wêdatirin,
Ne ji bona xwe, lê ji bo xelkê karin bimirin,
Sergermên di wan bûne şêwrewî yanî komonîst
Divê bimînim bê nivîsandin, xwendin û ziman,
Da ku winda bim ji rûyê cîhan bê nav û nîşan
çi kesê ku vê yeka han dike kolîdarê min,
Ez hêvîkarim ku hûn navê Kurd ji bîra nekin,
Bi kirên holê dilê neyaran li me şa nekin,
Kurdistan tucar nayê sitandin bê west û xebat
Kesê ne êşî ma qet dibînî azadî felat?
Lê zor mixabin hevalên ne Kurd bi eqlê wan lîst,
Digotine wan: ji bona îro bi navê Kurdan,
Divê hûn nekin di vî welatî tu peyv û dozan,
Kurdîtiya we, alîkarî ye ji bo kolîdar,
Ger hûn vê bikin bibin xulamok di destê neyar
Bi vê gotinê hatine xapîn ew Kurdên bîrbir,
Doza Kurdîtî di dilê wande bi carekê mir,
Lê ez dizanim hûn hatin xapîn kurên welatin,
Xelet û şaşî, we jê dûr naxin, mêrê xebatin,
Bibin Komonîst, Komonîstên Kurd, Kurdên Komonîst,
Di vê rêya han dengê me Kurdan cîhanê bihîst,
Ev bûne deh sal li Mosko dijî Mistefa Barzan,
Bi şev û bi roj xebatê dike jibo me Kurdan,
Me nedît kesî li destê wî da, gotê raweste,
Jibo gelê Kurd xebatê meke, li vir daweste
Navê Kurd gotin kirine guneh wan divê bimir,
Lê em naxwazin xwe ji bîra kin, divê em hebin
Cîhan çi karî ji bo me bikî ku em ne mêr bin,
Ji xwe bê hêvî, ji milet bi şik, holê bê kêrbin,
Divê em bigrin heqê gelê Kurd bi zor bi xweşî,
Armanca Kurde divê her bike şerê kolîdar,
Kolîdar kesê ku welat ji min bi zor biriye,
Nahêlê têde bijîm bi serxwe serbest û aza,

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê