Helbest

69 xwendin.

Rênas Jiyan - Kok (Tên)
Tên! Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqelînin tên.
Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û
di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.
Tên! Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,
Bi salan e, talan e.
Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e
Beran e
Baran e
çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..
Tên! Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.
Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.
Tên, bila bên! Her seqem an jî her pûkê,
serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.
Tên! Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.
Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û
kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku
ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.
Lê wê şûşî erdê bibin.
Kokên me di kêvir de şûr in.
Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.
Ji lew re, a baş,
şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!
şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!
Qeraş,
Tên! Ji bo ku hestiyên me bihêrin.
Tên! Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û keştî-kaxezên xwe biavjenînin.
Tên! Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.
Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,
bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,
Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.
Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û
bi paletên tanqên xwe yên zîqezîk tên.
Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê
di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.
Ne ehlê Xwedê ne heq dikin

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

34 Gulle
Aştî
Berf
Berî Hûn Min Daliqînin
Bigirî Hibra Pênûsa Min Bigirî
Çalakî
Dê û Law
Ey Pakrewan
Hebhinarkê
Herba Kobanê
Janya
Kerem Bike
Koleksiyon 1
Koleksiyon 10
Koleksiyon 12
Koleksiyon 13
Koleksiyon 14
Koleksiyon 15
Koleksiyon 16
Koleksiyon 19
Koleksiyon 2
Koleksiyon 20
Koleksiyon 21
Koleksiyon 3
Koleksiyon 5
Koleksiyon 7
Koleksiyon 8
Koleksiyon 9
Kolleksiyon 11
Kolleksiyon 17
Kolleksiyon 18
Kolleksiyon 22
Kolleksiyon 4
Kolleksiyon 6
Kul 1 (Bê)
Kul 2 (Stêrka Bêçirûsk)
Kul 3
Kul û Kulîlk
Li Herî Jorîn Firîna Bêbask
Lîse
Min Ji Te Hez Kir
Ne Tu
Qesîda Qedexe
Semîramîs
Sirûda Kurdistanê
Strana Bajarê Bê Hîs
Taybet
Tu Neyê Ez ê Bimirim