Helbest

78 xwendin.

Rênas Jiyan - Taybet
Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê
bi van hingilan
min çend zik zarok xwedî kirin,
bi van destan
min hesp av dan
min dan kutan
bi dehan bedl nivîn girêdan
lê xistin bi sedan tenûr nan
pê têrkirin şervan, baran, stran...
Ez Taybet im biqasî ku defn nebim,
ez Taybet im biqasî ku
laşê min li kuçeyên Kurdistanê
wek peykerekî goştî bê çikilandin,
ez Taybet im biqasî ku bi bêhna cendekê xwe,
hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim
ez Taybet im biqasî ku li Botan werim kuştin.

min biskin hene, hinne hinne
Lê Antîgone, Antîgone!
gorreke nizm besî min e
qet ne xem e ku tune be
ez xwişka te me
min û birê xwe di yek gorrê de defn bike

min ne şîn e, ne Yasîn e
min ne dua, ne azaye
lê pepûkê Antîgone
wan tu bi saxî binax kiribûyî
gorr ne heqê te, heqê min e

Anahîta Anahîta!
kulmek ax, Anahîta!
Ax axa te, xesp kirine
ji bo mirinê jî bi dest nakeve
ez qîza te
meraq neke
bi bêhna meytê xwe
ez ê biqedîm zîro û zexeliyên ser axa te

vezeliyame destê min di bin serê min de,
kuçe dirêj, şev dirêj, mirin dirêj e
ev çend şev in berf dibare
ez Taybet im
hêdî hêdî dinixumin
ne bi axa reş, bi a spî defn dibim

ez Taybet im!
biqasî berfê taybet
biqasî Xwedê taybet
biqasî êşê taybet..."

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

34 Gulle
Aştî
Berf
Berî Hûn Min Daliqînin
Bigirî Hibra Pênûsa Min Bigirî
Çalakî
Dê û Law
Ey Pakrewan
Hebhinarkê
Herba Kobanê
Janya
Kerem Bike
Kok (Tên)
Koleksiyon 1
Koleksiyon 10
Koleksiyon 12
Koleksiyon 13
Koleksiyon 14
Koleksiyon 15
Koleksiyon 16
Koleksiyon 19
Koleksiyon 2
Koleksiyon 20
Koleksiyon 21
Koleksiyon 3
Koleksiyon 5
Koleksiyon 7
Koleksiyon 8
Koleksiyon 9
Kolleksiyon 11
Kolleksiyon 17
Kolleksiyon 18
Kolleksiyon 22
Kolleksiyon 4
Kolleksiyon 6
Kul 1 (Bê)
Kul 2 (Stêrka Bêçirûsk)
Kul 3
Kul û Kulîlk
Li Herî Jorîn Firîna Bêbask
Lîse
Min Ji Te Hez Kir
Ne Tu
Qesîda Qedexe
Semîramîs
Sirûda Kurdistanê
Strana Bajarê Bê Hîs
Tu Neyê Ez ê Bimirim