Helbest

30 xwendin.

Sebrî Vural - Şeng(ala) Min
De bilîlîne li birînên xwe şîn(gel)ê
Navê te birîneke axibî ye,
Li kodika dilê dîrokê.
Ji hêrsan gez dikim êş û bêkêrbûna xwe.
Birînên nedurûtî didirûm,
Bi tayên porrê rojê.
Dîsa secereya xewn û xeyalên min,Ji min didize
ewre(kî) nermijî û rihmelkiz
îşev dîsa gellek stêrk weşiyan,
Ji dergûşa rizyayî!
Bi destê şevê,
Li kêleka tuxûbên penaber
û
Denîz(ek) kenên Ferêt lê şeriqî
Qîrrîn kerr, hawar dîl hatine girtin şîngel(lê)
Hê rondikên me nedawîn e li ser çonga felekê.
Destên hemû zarokan bi xwîn e,
Li pişta dîrokê
Wexta lûleya çapliyê li ser ziravika piştê
Qirpikên bixwîn hiltên ji nava dûxana devê mirinê.
Heyy şîn(g)alê, heyy şîn(gel)lê!

ji bo salvegera qirkirina şeng(alê), 16.8.2014

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê