Helbest

40 xwendin.

Selamî Esen - Avîze û Kulekên Bêcam
di kafeyek bêjêrxan de avîzeya bîşengî
siya şaxên xwe berdaye li ser kovarek bêedîtor
îmanê li rojnameya derhevoksazî diçikîne
fîncana qehweyê bîra derbirînê ye keça min
tozên şêkir mîtîngên bêhaydan in
li kêleka xwelîdankê selpakên xwetahirkirinê

çengên mêro heft rûyên jinê dîtine:
kêmasiya Nietzsche pezneçêrandin bû
hey nexwe wê bihata dizîn şeraba zayînê ya Eceman
çîpên jinê heft rûyên mêro dizîne:
La Belle Dame Sans Merci 1 ez im
bedewnas aciz nabin, lê hema ew e ku nateqin!
-çayger! te çima cam li van kulekan nekirine?-

çayger di navbera deh kurtefîlman de
ji bo aştîxwaziya Goethe cam li kulekan kir
Kurd ji Ermenan didizin qesirbendiyên nanoziko
qehweya kizwanê ji benên plastîk çêdikin
-lehlûmano! ma em xwe li hewceyê kulên vê kulekê jî nekin?-

maseya girover hê li benda binasên xaçepirsî ne
jixwe trêna mêst hê ji Bismilê derbasî Êlihê nebûye
Pîra Mirovxur niyet li rojiyên roja îniyê aniye
kezîzacên mexmûke dadelingên xwe ti carî banadin
go: tixûbê rûniştokan qeraxê Erezê ye
Şiko xwe kuşt, Şiko xwe kuşt, Şiko xwe kuşt!
divê îşev hemû nivînên helbestî bibin duta!

(Sermawez 2013 / Sêrt)

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê