Helbest

46 xwendin.

Selamî Esen - Gudadên Tehzîdanê
tu ne xerîba atlasa kizwanan î
newaya te ya dawîn liyaneke serhildêr e
dilê te teslîmî zarokê ji kevneşopiyeke xirecir
...ez tobedarê hêmayên çûyînê

...ez hêmaya gotinên tobedariyê
tu guldesteya biharê yî:
di kitêba Melê de Tanyaya hemdem
xebata min xelata min a hişbûnê
û gurzek şepirzeyên li Gelî Mişkan

heke bipirsî ji gezên kurmêriyan
heke binêrî li heyama tifikên ber bi çêm
heke bi gilîza giliyan bipêjî heriya rastiyê
...wê neçikin avên ji sobariyan re kerr
...wê nexitimin guncên ku
bi tenê zarokên zamboqê jê haydar

min hej Bekoyên dilê te jî kirin
-dûr ji van der û deman-
di havîngeha feqeyan de
salname bi ervazî dixîrikîn
saet di sindoqa bûkaniya diya min de
bêhna xwe vedidin
da ku mineta pîlê wan serê wan bixwe

heke qileban jî rût bin
heke berf jî xwe şeqî bike û bibare
heke kêferat û afat jî nebin xebata vê sifnê
heke bedîla helbestê jî bi bedela hêstiran be
tera nabe êdî lengergeha lehengiyê
bes nakin êdî birçiyên kerengê
xwînê narevînin êdî narkozên timatiyê
tehzî nadin êdî dîwanên xwerû zîwan

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê