Helbest

31 xwendin.

Selamî Esen - Havînên Ezakêş
I.
dîsa li havînên pongêrbûyî
li danê êvara pelçimên sîhênik
li Sêrt û Xêrtan
li Mêrdîn û Şerefdînan
dihedimînin kêlên saya
yên şervanên ku
barê wan anîna qijikên xêrê

di agirbestên polîpoşman de
xewna bavê min ê qesirbendê kulan
didin ber kuç û keviran

destnimêja xwe ya bomberanê digirin
dest tavêjin şênîbûna rêzikên bajarî
gefan li xewnên kevnesal dixwin

II.
li odeya sondxwarinê
ez zarokekî nehs î nesekinî
da ku bes bikim ji xwînê
xwe bi kevnerêyan tazî dikim
dilê min li bavê min ê kefîparêz dişewite
çarnikarê xeyalxaneya wî tê li bîra min
dê binoliya êş û eleman
bira xweşmêrên dilkordunde
xwîşk bûkên bêrî-vana xusaretiyê ne

di agirbestên polîpoşman de
xwêhdana min a gumanbar
zeviyên şûvkirî av dide

-ne fihêtî û ne eybî!-
bes kêla bavê min
bi zimanekî deshilatdar nivîsandine

III.
di agirbestên polîpoşman de
havîna min serê xwe
bi çekên vêsiyayî dixwe

-ne fihêtî û ne eybî!-
axx! ji bîr kirine:
bavê min jî deqerûyekî xweşmêr
pêşrewanekî xakheban
û mêrê laşê jinika dilbiêş bû

di agirbestên polîpoşman de
ti kes ranebûbû û negotibû
tu yê bi hevokên xwe re bizewicî

IV.
ti wênesazî xêz nekiriye hê
tabloya keçên di zikê dadê de
ti wênekêşî nepîvaye hê
kadraja kulên di dilê dadê de
ti muzîkjenî nestiraye hê
kilama barê li ser pişta dadê
ti bayî hênik nekiriye hê
di havînan de tîbûna kenên dadê

tofana baranên reş
ji singê ewrên Kurdistana berdîberî
bi xefikî dizên
milyaketên rotoriya hêvîxur
ji esmanê kurmanciya dûşîze
bi dehbangî tên xwarê

di agirbestên polîpoşman de
tixubên rezê xema min
heya kozikên li abirran dirêj dibin...

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê