Helbest

29 xwendin.

Selamî Esen - Mirina Helbestbar
çavên me
li pêşberî qorziyên gildîn
perpitîne

lingên me
di nav odeya xizan a nasnameyî de
dirêj bûne

destên me
ji ber fatûreyên bêalabûnê
sor bûne

laşên me
bi hestiyên şîva li qesrê
nixumîne

êdî bibare:
eger em li ser dara tûyê -qestînoka be jî
li rastî çûkek werin,
teqez em ê wê bikujin

û wê nebêjin:
rebenan bi tenê helbest ve-dixwarin
dîsa helbestê ve-xwarin
û mirin!..

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê