Helbest

41 xwendin.

Selamî Esen - Nîqaş
bi serê zarokên bêderpîkurt kim ku
serê xewnan
bi tûjiya kiraskurtkên xapînokî
jê kirine

aciziyan
li anegora şerman
fesilandine

ji şêniyek ta şêniyek dîtir
me ji ewrên şevbuhêrkî
doşandine baranên rojîgirtî

bi piyanokên virt û vala
didim der ava nîqaşên xwe û beyaniyê:
duhên min wek sibehên min in
firavîna min wek paşîva min e
lê li kû ne ew siwarên bipoetîka?

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê