Helbest

36 xwendin.

Selamî Esen - Xana Şkeftê
Serdema Pêşîn a Şkeftê
Hawar ji dest evînê
Ez tu watu yek dil wîn
/Borazboz/

di ber zagên tûj û asê re
bi Nîsêanên eslî siwar dibûm
sifinê me bi du alî govendê digerand
sergovend Magên me yên dilêr
bingovend bengiyê te yê dilziwêr
di êvarên zarşêrîniyê de
Kandîsê min li her quncikê
kolika min jî dixemiland

em pev re diçûn dirûna dêxil
dasên me tûj û sincirî bû
stranên me yên Ekbatanî û Botanî jî
dibûn pale ji bo rûyê te yê bengîn

ezimandina şîva li qesrê
qesirbendiya xewnçêker
şîva xwexwarinê
û ji bîr nedibû ti carî
awirên te
yên ji şûrê Keyakserî welidîn
Serdema Navîn a Şkeftê
Bi dengekî zincewî li dijmin bike qîr,
Bê bakî xwe li nav wan da bihêjîne.
/ Baba Raxî Hemedanî

ne ji xewnereşkên Elendor be
ti carî nedibûm notirvanê qesran
li ûlemayên pabûs nediketim kirr
li Heleban nedibûm sofiyê jihişçûyî

ji bo qelenderê sîngê te
ji bo qoqa serê min
barûyên werîsî ava dikirin
cêlî nedibû laşê min ê agirperwer

ez sofiyek jihişçûyî
sofiyê ji terîqetan vederbûyî
tu sindirbotana li nav rûpelên pîrozwer
sindirbotana li nav xerzikên dilawer
ji bo dêrîniya te şeraba dilê te vedixwim
ji bo zêrîniya te hibra ramanên te ditamijim
pirsa min zehmetiya zivirîna dinyayê
mirina min vekişîna silûkê
li hêviya te me sînesûja dildarî
helwesta min diyalektîka Zerdeştî


Serdema Nû ya Şkeftê
"Taseke ji ava zelal nadim bi Hewzê Kewserê
Levhatina Qesra Şêrîn, jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê"
/Ehmedê Xanî/
çeşna tabloyên mirhovî radixim li nav bîbikên te
zîbende û nazendeya tacegul xwe bi behrê dipêçe
bila hay jê nebin xewasên temamkirinê
ez dibêm tune ji koşk û seraya te bilindtir zîn û girr

firqetên arîstokrat min ji banûtiya te diqewitînin:
bêganeyên deşta eniya te ne ded û dirrinde
jêk re dibin tixûbên qesasiya xakkuştinê
rêlên sewriyê xwarûvajî, zêrê civatê kilam (e)
kenîşteyên serşikestî, dêrên kavil
dê hebe ayendeya zarokên esmer î dariştî
wê hingê dê tam ji kilorên şewitî jî were

hene ji bo agirgehan nûtirîn qulbet
hene ji bo peristgehan nûtirîn dua
zikê zargotinên dûşîze
devê gazindên nûşîn
û tiliya bişirînin sîneroj
bi bizmarên dîwarî bi dar de bikin jî
wê hebe tapo ji bo xatirê keda sewtan
wê hebe al ji bo nûxuriyên sondxwarî
wê hebe tivîlk ji bo kîna kinêrên kin

Serdema Nêzing a Şkeftê
Ax, çawa min nas nakin,
Ax, çawa min hez nakin?
/Fêrîkê Ûsiv/

gavek din re tu yê werî
û keştiyên vê newalê bixeniqînî;
de qene derkevin li ser rûyê zemîn
ew hestiyên ku
ji ber kafiristaniyên kûtî
şal û şapikan wergirtîn,
de qene bêne bi bîr ew bestî!
tu hay jê heyî,
te dena xwe daye zarokekî belakir î guncik!?
me di çêrokên şevê de seh nekir
zengilokê gorepanan, tifik û tifekên bêtifaqiyê.

hew em li ser dara biyê bûne Humayên bîroke,
hew em li ser dara kizwanê bûne Sîmirên entîke.
dara biyê tune û robarê sekitî ye qeder,
dara kizwanê tune û gola cehimî ye şeveder.

zeryayên reş, keştiyên şeht, şewitîna deryaçeyên bêbaran!

Bîne bîra xwe ku me çi qasî şilte ji bo nixumandina zivistanê didûriya, wî qasî jî berfa bêşar koça xwe dikir û em difetisîn. Bîne bîra xwe ku me çi qasî hirûyên fermandariyê ji bo nivîna geşt û seyranê dikuta, wî qasî jî tava bêzar rojî digirt û em ji nêza dimiran. Bîne bîra xwe ku me çi qasî ava ayetên bêniştimaniyê dikişand mejiyên xwe, wî qasî jî lîfika xwekuştinê dilê me dişûşt.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê