Helbest

149 xwendin.

Şêrko Bêkes - Ji Bo 8ê Adarê
baskê bazekî şikandin
asîman firrînek wenda kir

çavê xezalekê korr kirin
awirek ji kîsê deştê çû

guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir

kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir

lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû

Şîrove

Helbesthez
07-03-2019, 18:29:38

"kulîlkek bêhnek wenda kir
bilbil bêhnek wenda kir"

di van rêzikên jor da kêmanî heye, divê wanî bihê rast kirin.

"kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir"

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê