Helbest

48 xwendin.

Şêx Riza Talebanî - Hecûy Kakeyî
Baban başinde bîr batman yeşîl war
îmamul qewmî fî teqsîmî şelwar

Hetane herweku bîstûme bezmê
Le sallêka şewî yaranî dîndar

Emûdêkim heye wek tûllî Dawid
Kutame jêrî kurrekey daye Rêzwar

Tisêkî kend be rîşî seyîd birake
Tirrêkî da be yadî bawe yadgar

Debestin helqeyî wek eqdî perwîn
Le cêgayekî xallî leyset diyar

Be çoka dê qutey mil nêrke kardû
Weku bulbul dexwênê wez û guftar

Dexwênê mersîyey Malosî merhûm
Yekaney gunreş û gaholî şaxdar

Weku baran be kilkî pîreseg da
Be rîşî dadeçorrê eşkî xun bar

Le paş îkmalî resm û matem û şîn
Werrîn des pê deka wek kelbî hewşar

Meazellahî dellê ya eyyuhel qewm
Diro ye heşr û neşr û cennet û nar

Le giwê megrin qisey axunî şîe
Be aşûbin melay ser linge destarr

Xerez lem cirt û firt û fak û fîke
îtaey eşqiya ye û defî eşrar

Hululî mezhebêk e bêgirê û qort
Tenasux rêgeyek e rast û hemwar

Bî hemdîllahî nema kak Ehmedî şêx
Zehawî mird û gorrî gum bû çawmar

Eger bê şêx Elîş deful bela bê
îtir dinya debête eynî gullzar

Bimênê ya nemênê çî le des dê
Be tenha şêx Rezakey herzeguftar

Eger mişte û mişarîş bê zimanî
Elac ekrê be miştî pirr le dînar

Be dînarî elac ken ya be simtî
Bilûrînî kurrêkî saderuxsar

Ezîzan mezhebî yaranî cem cem
Le ser sê rukn e ewwel terkî azar

Duwem îkramî çîf û şertî salis
Le herdû umdetir kîtmanî esrar

Emaneş cumle peşm in eslî meqsed
çiwar pêt billêm ey pîrî huşyar

şkistey cewz û tûllî sewz û kelbey
Berazî boz û kelley xûkî mirdar

Eger derçê le ser em dîne ruhit
Deçête qalibêkî şox û nazdar

Zeîf bê Xua nexwaste îtîqadit
Be ayîn û be erkan û be etwar

Nekey tersê be rîşî xelfe bapîr
Nedey ganê le rêgey bawe yadgar

şîyakey gawe hol negirî le rîşit
Neçîte jêr kullînî daye Rêzwar

Qepozit danepoşê ber simêllit
Be ser milta neyê wek ballî kemtyar

Le qebîley Mistefa rû werinegêrrê
Le rêgey şeri da demrê gunahkar

Le peşmî rîxnakî ber simêllit
Nerrêsin serkele û destbend û hewsar

Ke mirdî rohî napakit be çustî
Le însanî deçête şikllî segsar

Werin yaran şewî mîad e emşew
Le pê derpê firrê den xizm û exyar

şerwallî zerd û sûr wek xermenî gull
Le ser mafûrî zerr roy ken be xerwar

şerwallî xamek û zerbeft û xara
Le ser yek daybinên wek mallî tuccar

Kenîz û xanim û xatûn û xadim
Feqîr û munîm û derwêş û salar

Nedîm û noker û axa û efendî
Le dewrî danîşin wek xettî pergar

Le nezmî bezmî cem saqî bigêrrê
şerab û lê bida mutrîb le mizmar

Nebîz û şerbet û nuqll û meze û ney
Def û tembûr û saz û berbût û tar

Debê em bezme her bem nezime birrwa
Heta dû hisse rabûrê le şewgar

Ke dinya bû be rûy qeymasî zengî
Serey beşkirdinî şellwar e emcar

Be qurey medelet yekyek beşî ken
Mepirsin le eqreba û qewm û kes û kar

Mepirsin dayik û pûr û xuşk û xwarza
Le jêr kurkey berin bê qewl û guftar

Be qewlî bawe bawe û mîre mîre
Mîsalî kêr û kuz herwek kun û mar

Be şerî Mezdek û ayînî Babek
Dixulî cayîz e esmê kunadar

Fe ya sadetî lîl lût wel nîkî
Leqed llemtukum teqsîme şilwar

çira pif lê ken û şêrane hestin
şeqê hellden le perdey îsmet û ar

Ser û derpê berin bê ferq û temîz
Demûdest sahîbî derpê biken diyar

şerwallî herkesê ber herkesê kewt
îtir ferqî neka bîgrête ber kar

Ke em wezey tewaw kird pîreaxun
îtir her pif le şeme û tif le heytar

îtir her etkî dîn û kesrî namûs
îtir her terkî şerm û îffet û ar

îtir her ling ebête lam elif la
îtir her kêr ebête baskî Hawar

îtir her gûmezî simte esûrrê
Be sûrey ser xirra wek çerxî dewwar

îtir her lêperrîne û lêxurrîne
Berew jûr û berew jêr û berew xwar

îtir her dayke pîre û hellenîşê
Be kelley kêrewe wek wirçî serdar

îtir her pawaney zîwe û zirrey dê
Le ber kut pêwedan exşê le dîwar

îtir her xepley kuze wek çawî kazir
Be metreq deykutin sadatî ebrar

îtir her nawgellî xubanî bîkre
Le xwêna sûr debê wek bergî gullnar

îtir her kêre wek peykanî goştîn
Be jêr binya deçê wek perrî sûfar

îtir Xua nesîbî duşminit bê
Birînî nêze û nûzey birîndar

Minallî lew şewe peyda bê layan
Debête seyîd û rêzdarî muxtar

Le wesfî Kakeyî ger serfî umrim
Bikem nakem beyanî uşrî mîşar

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Alî Bebe
Awaz
Azayî Eşretî Tallebanî
Ba Cerde Bîba
Ba Nekem
Be Bê Min Siwênd Biden
Be Boney Kuştinî Nasiredîn Şawe
Be Cê Ma
Bem Cûte Guney Min
Bem Halle Eger Defeyetir Biçmewe Kerkûk
Berxe Nêrê
Biraza Ezîzekem
Bo Çî Etirsim
Bo Emîn Feyzî
Bo Mam Resûll Siyamensûrî
Bo Mudîrî Qizillce
Bo Nîşaney Kuz Biçûkî Bêt
Bo Şêx Elî Biray
Caşiktirrên
Çermî Rûy
Cewherî Mehz e
Çiwarîne Le Hecûy Qazîy Koye Da
Çiwarîne Le Hecûy Şêx Heme Elî Da
Der Cihan
Derdî Hebîb
Destêkî Heye
Dewllemendî Sahêbpare
Dilberî Bêwefa
Dillî Birdim Be Naz û Îşwe
Diwênê
Eger Berzinceyî Xedrîş Biken
Em Qehpe Felek
Em Sade Ruxane
Esbabî Tereb
Eşretî Caf
Êstirêkî Rût û Qût
Êstirî Zîndû Billêm (Dewê)
Gelê Simtî Spîm Des Kewt
Ger Wa Bê
Gerçî
Hacî Ebdulla
Hacî Esed Axa
Hatewe
Hecîcî
Hecûy Hemey Westa Fetah
Hecûy Mayne Kiwêt
Hecûy Mudîrî Tehrîrat
Hecûy Şêx Xefurî Mamî
Hecûy Sineyî
Hecûy Tallebanî
Hemadî Be Şêx Reza Dellêt:
Hemadî Wellamî Edatewe
Hemîn û Xecê
Hênd Be Terîf û Kînayet
Her Bilûkêkî Ecem
Her Le Tom Bîstuwe
Her Metaê Ke Telleb Key
Hetîwêkî Sineyî
Hewşekem
Îlletî Qaîmmeqam
Kake Caf Kurrî Kerîm Axa
Kelleşêrî Kirmaşanî
Kelleşêrî Neqîb
Keş û Fişkirdinî Beg
Kurrêkî Bulxar
Kuzî Gazê Egezê
Lam Wa Bû
Le Basî Bab û Bapîrî Ta Degate Xoy
Le Bextun
Le Fîraqî Qadirî Westa Xidir
Le Sayey Dehrî Dûnperwer
Le Sûrey
Le Wextî Zerfên Da
Mall Mudîrî
Mame Hemey
Mayînekey Kiwêxa Elî
Meden
Meken
Mela Ebasî
Merufî Bêdîrayet
Mestî Efendî
Mudetêk
Murad Axay Ako
Musullmanan
Mutelewîn
Muxalefem
Muxbîr
Ne To
Necabet Key
Nîme Bo Teswîrî Ebrot
Nînokî Şêx Reza û Kilkî Hesen Hemze
Qazî
Regî Kêrha
Reşe Reşaşî Kerî Reş Be Reşit
Şanazî Ekeyt
Sax Le Dinya
Ser Be Yeşmax
Serdarî Leşkir
Serguziştey Xoy û Hecûy Şêx Xefur
Şerm Ekem Ya Şêx
Şerrî Cebarî û Dawide û Kakeyî Legell Tallebanî
Seru û Ney
Şêx Elî Tallebanî
Şêx Homer
Şêx Reza û Emîn Feyzî Beg
Şêx Reza û Mela Hemdûnî
Şêx Reza û Mela Marifî Mestî
Şêx Reza û Muftî Derwêş Efendî
Şêx Reza û Muftî Zehawî û Cemîl Sidqî Zehawî
Şêx Reza û Pîremêrd
Şêx Reza û Pîroze
Şêx Reza û Şukrî Fazillî
Şêx Reza û Yesû Sawik
Şêx Riza û Mostefa Begî Bawecanî
Şêxeke
Seyr Ke
Şîirî Kurdî
Şoxê
Stayişî Ehmed Paşay Baban
Stayişî Kak Ehmedî Şêx
Stayişî Şêx Star
Suhbetî Şêx Elî
Suleymanî Ke Darulmilkî Baban Bû
Tirrî Ewladî
Uçax
Wam Ezanî
Waqewaqî Dill
Wedey Min û To
Weha
Wellamî Şêx Reza:
Wellamî Westa Şefê
Wesman
Wextî Şerr
Weznit Le Çiyay Qafewe
Wîlayetî Bexda
Xadim
Xaneqa
Xwastim Le Kurrî Hacî Bekir
Ya Resulellah