Helbest

43 xwendin.

Şêx Riza Talebanî - Şêx Reza û Emîn Feyzî Beg
(Le nêwan şêx Rezay Tallebanî û Emîn Feyzî Beg da şîrekanî şêx Reza bo Emîn Feyzî Beg)

Ke teşrîfî şerîfî hat Emîn Feyzî be mêwanî
Le uhdey şukrî dernaçim meger xom kem be qurbanî

Be xatem ger Suleymanî dekird wek min emîn key bû
Nigînî min emînîş e le say Feyzî Silêmanî


(Em şîraney xwarewe le layen Mamosta Mihemed Mistefa Heme Borewe kirawin be kurdî):
çi keramet, çi xarîqul ade
Ciqle çatir le kewll û succade

Witeyî min kelik û hem kurt e
Bo bitî sade babetî sad e

Gerçî natwanim le zewî rabim
Hînd le cerm û zebûn û uftade

Ger billên pêm heye le Bexdada
Saderûyî letîf û begzade

Weku gerdî evînî dîdarî
Min be serser ke rûm le Bexdad e

Rû be mizgewt neşîm be dû hengaw
Biçime meyxane tund im û amade

Meşirebim meşirebî Emîn Feyzî
Le dû gêtî ke herdû azad e

Ey Reza ta be merg bike rendî
Eme ye dewlletî Xuda dade


Lay dana le nawî Emîn Feyzî da
Aşkira ye le hunerî hîca da
Nîşane ye bo yekêtîy min û to
Le nawî namîta zîyad û kemî kiwa?
Be ebced bîjmêrî legell Reza da


çi ecayib ke be bûnî to binazê Bexdad
Her be bûnî to ye asoy dû cihan îstidad

Zerre bew naçîziye tacî evîn defirrênê
Ger le ray roşinî to bê tu bika îstimdad


Yarî min wa bo sefer pêy naye naw mallî rîkab
Xaneyî zînî muzeyyen kird û xaney min xerab

Xellkî xoryan katî êware ke lê awa ebê
Min beyanî zû le çawanim ke win bû afitab


Wam lê hatuwe le dûrîy kake Emîn
çep û rastim nezanim kamen û çi în

Wa deka bext ke her nebînmewe yar
Ta bixendim be zeman û be zemîn

çend errêjim be yadî dûrîy to eşik
çend ebim min le dewrî towe xemgîn

Ta xemêkim be fêll ke çare dekem
Hî tirim ser deden ke çûn e kemîn


Mestî badem be camî feyzî towe
Weku îsa le feyz ruhîl emîn

Sallehay dirêj her baqî bê
Be selamet Emînî ême, amîn


Nîştecê mumtaz û bo geşitîş to mumtaz hatîyewe
Ewell û axir Emîn Feyzî to mumtaz hatîyewe


Ustadî qise, pîrî wite, mîrî suxen toy
Watagerî û rahnumay toy û pesen toy

Toy kanî kemalatî Emîn Feyzî Efendî
Kogay rûş û ciwanî Huseynîş û Hesen toy


Meşrebit xoş û lehcet şîrîn e
Gewherîn demte, kan û gencîn e

Fîkrî bîkrit ke beynî beynella
Totya û şîleyî nîgarîn e

Textî Belqîs û rayexî ciwanî
Herdû boy mareyî nîhanî ne

Eme şîir nîye bo nawbang bê
Eme şîir nîye, uqdey perwîn e

Nîweballêkî bîrî tar e
Ke eceb awdar û rengîn e

çi eceb ger billêm le tezmînî
Hunerêkî şîir ke tezmîn e

çi be wate giran û sûk hellbest
Eme ye sehlî mumtenî bîne

Ta be zerbul mîslî kewa deyllên
Ke serencam dua her amîn e

Xatirit şad bê Emîn Feyzî
çunke deryayî daniş û dîn e

Duşminit xaksar û tûna bê
Ewe jêrkewtî len û nefrîn e

Fezill zatî Reza le Yezdan e
Ne lewan şaîranî xudbîn e


Erê ey hunermend to yarî qedîm î
Toy le bo xusrewan şayanî nedîm î

Be hîkmet nameket razandotewe
Le wê da ke to wa dadwerî hekîm î

Lewewe nawî bote Heway Nesîmî
Ke geşey giyan eda heway nesîmî

Be daniş çi hawtay etom her nedîwe
Meger cewrî ferd û durrî yetîm î

Detewê seferê le Yemen dûritir ke
Ey Emîn Feyzî to le dillma muqîm î


Le towî xamet û le naw henawî qîrtas
Akamî hênd benirx e girantir in le ellmas

Le rûperrey mucîze da zorî wek Meryem
Le baweşyan nawe mindallî îsewî enfas

Kar geyîye cêye kewa min to ey Emîn Feyzî
Bikem be Cibraîlî Emîn le rûyî qîyas

Hezar sall ger bimênî, ewe key acibatî ye
Bo şer nîn ke aya Xidrî zînde û îlyas

Raburd lem willate umrî Reza be herzeyî
Derya xo gunahî û begerdî pûçe îflas


Emîn Feyzî le yad û bîrkirdinî şêx Reza da em şîrey wek name bo narduwe. şîreke kurdî ye:
Dill le eşq û derdî dûrîy to xerîkî biyanû we
Mewsîmî bos û kenarî nêwçewan û zanû we

Eynî darî gendell e cestem le ber narî fîraq
Bo seatî dîdenît pirr siklle herwek kiwanû we

Ba le kebeş bim dillim her maîlî bitxane ye
Bo bonî rût murix asa çaweçawî danû we

Tenî naheq narrewa ye wam le ser ehdî qedîm
Wa le kin to û toy tîya, dill îke nem dorranduwe

Min le feyzî towe ye bem mîhneteş hêşta rezam
Bote serbarim gilet cerg û dillmî birijanduwe


çiwarîneyekî kurdîy sêdêrrîy Emîn Feyzî ye û çiwaremî şêx Reza tewawî kirduwe:
Meger weqtê muradî min be cê bê
Xirîngey pawaney zîwî Xecê bê

Ewendem gut Reza derdestke fermûy
Billê Feyzî le cê bêt û le cê bê


şîrêkî yekbeytîy turkî. Nîwedêrrî yekemî şêx Rreza ye û nîwey duwemî Emîn Feyzî:
Dewlletin sadiqesî çoq yaşe paşa
Kîmse olmaz sene manend muadil haşa


Em beyte farisîyeş be heman şêwey şîrî pêşû:
întizamê hemê alem be întizamêl ulam est
în suxen mezher tesdîqê cemîê hukema est


çiwarîneyekî Emîn Feyzî Beg be turkî ke bo şêx Rezay narduwe supasî ekat bo ew şîraney boy nardibû:
Wasil oldî destime aşar kiz
Pek guzeldir guxrîsî afkar kiz
Xirq nur mefxeret oldiq o gun
çoq şikir bu ebd bî miqdar kiz

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Alî Bebe
Awaz
Azayî Eşretî Tallebanî
Ba Cerde Bîba
Ba Nekem
Be Bê Min Siwênd Biden
Be Boney Kuştinî Nasiredîn Şawe
Be Cê Ma
Bem Cûte Guney Min
Bem Halle Eger Defeyetir Biçmewe Kerkûk
Berxe Nêrê
Biraza Ezîzekem
Bo Çî Etirsim
Bo Emîn Feyzî
Bo Mam Resûll Siyamensûrî
Bo Mudîrî Qizillce
Bo Nîşaney Kuz Biçûkî Bêt
Bo Şêx Elî Biray
Caşiktirrên
Çermî Rûy
Cewherî Mehz e
Çiwarîne Le Hecûy Qazîy Koye Da
Çiwarîne Le Hecûy Şêx Heme Elî Da
Der Cihan
Derdî Hebîb
Destêkî Heye
Dewllemendî Sahêbpare
Dilberî Bêwefa
Dillî Birdim Be Naz û Îşwe
Diwênê
Eger Berzinceyî Xedrîş Biken
Em Qehpe Felek
Em Sade Ruxane
Esbabî Tereb
Eşretî Caf
Êstirêkî Rût û Qût
Êstirî Zîndû Billêm (Dewê)
Gelê Simtî Spîm Des Kewt
Ger Wa Bê
Gerçî
Hacî Ebdulla
Hacî Esed Axa
Hatewe
Hecîcî
Hecûy Hemey Westa Fetah
Hecûy Kakeyî
Hecûy Mayne Kiwêt
Hecûy Mudîrî Tehrîrat
Hecûy Şêx Xefurî Mamî
Hecûy Sineyî
Hecûy Tallebanî
Hemadî Be Şêx Reza Dellêt:
Hemadî Wellamî Edatewe
Hemîn û Xecê
Hênd Be Terîf û Kînayet
Her Bilûkêkî Ecem
Her Le Tom Bîstuwe
Her Metaê Ke Telleb Key
Hetîwêkî Sineyî
Hewşekem
Îlletî Qaîmmeqam
Kake Caf Kurrî Kerîm Axa
Kelleşêrî Kirmaşanî
Kelleşêrî Neqîb
Keş û Fişkirdinî Beg
Kurrêkî Bulxar
Kuzî Gazê Egezê
Lam Wa Bû
Le Basî Bab û Bapîrî Ta Degate Xoy
Le Bextun
Le Fîraqî Qadirî Westa Xidir
Le Sayey Dehrî Dûnperwer
Le Sûrey
Le Wextî Zerfên Da
Mall Mudîrî
Mame Hemey
Mayînekey Kiwêxa Elî
Meden
Meken
Mela Ebasî
Merufî Bêdîrayet
Mestî Efendî
Mudetêk
Murad Axay Ako
Musullmanan
Mutelewîn
Muxalefem
Muxbîr
Ne To
Necabet Key
Nîme Bo Teswîrî Ebrot
Nînokî Şêx Reza û Kilkî Hesen Hemze
Qazî
Regî Kêrha
Reşe Reşaşî Kerî Reş Be Reşit
Şanazî Ekeyt
Sax Le Dinya
Ser Be Yeşmax
Serdarî Leşkir
Serguziştey Xoy û Hecûy Şêx Xefur
Şerm Ekem Ya Şêx
Şerrî Cebarî û Dawide û Kakeyî Legell Tallebanî
Seru û Ney
Şêx Elî Tallebanî
Şêx Homer
Şêx Reza û Mela Hemdûnî
Şêx Reza û Mela Marifî Mestî
Şêx Reza û Muftî Derwêş Efendî
Şêx Reza û Muftî Zehawî û Cemîl Sidqî Zehawî
Şêx Reza û Pîremêrd
Şêx Reza û Pîroze
Şêx Reza û Şukrî Fazillî
Şêx Reza û Yesû Sawik
Şêx Riza û Mostefa Begî Bawecanî
Şêxeke
Seyr Ke
Şîirî Kurdî
Şoxê
Stayişî Ehmed Paşay Baban
Stayişî Kak Ehmedî Şêx
Stayişî Şêx Star
Suhbetî Şêx Elî
Suleymanî Ke Darulmilkî Baban Bû
Tirrî Ewladî
Uçax
Wam Ezanî
Waqewaqî Dill
Wedey Min û To
Weha
Wellamî Şêx Reza:
Wellamî Westa Şefê
Wesman
Wextî Şerr
Weznit Le Çiyay Qafewe
Wîlayetî Bexda
Xadim
Xaneqa
Xwastim Le Kurrî Hacî Bekir
Ya Resulellah