Helbest

40 xwendin.

Şêx Riza Talebanî - Şêx Reza û Şukrî Fazillî
(Le nêwan şêx Rezay Tallebanî û şukrî Fezillî da: Hecûy şêx Reza bo şukrî Fezillî)

Pûre şukrî besî ye ba netgêm û simtit leq nekem
Dayke kêrxorit hewalley sûrî sereblleq nekem

Niyetim bû defeye xomit piya dem baz witim
Neqs e bo emsalî min ba giwê le her ehmeq nekem

Min ke şahbazî şkarendazî şahîm pê dellên
Heyf e ba ahengî cengî serger û leqleq nekem

To be carê wek jinî fahîşe pêt lê hellbirrî
Ne, witim, xeyrî nîye, çawêkî ger lê zeq nekem

Hîze sa xot bigre ta bot bême meydanî mesaf
şert bê hîçit pê nellêm ta bin gunit nesteq nekem

Konehîzî şarî Bexda, lêm heram bê şaîrî
Ger kuzî xuşkit weku eywanî Kîsra şeq nekem

Herweku mestîm be ferdê ga,Xua rohim neba
Mulhîdî kafirmezeb ger toş be ew mulheq nekem

Min dezanim kê le xiştey birdûy emma çi sûd
Seyîd e, Seyîd qisey sûkî debê derheq nekem

Pêy billê ba muntebîh bê toyş genû gû bes bixo
Ba Silêmanî be carê kafirî mutlleq nekem

Ehde kirdûme le xizmet şêx Reza da wirçe kiwêr
Neyxeme naw lingî daykit ta le toy îreq nekem

Wellamî şukrî Fezillî bo şêx Reza:
Gû mexo ya şêx îtir ba şorrişê berpa nekem
Xot û Kerkûkit be carê serbeser îfna nekem

Hênd heremtim gawe bêziraw e le çawim besyetî
Ba le naw lingî jinit pêçallî sed cola nekem

Muddetêk e namewê bîgêm û to lêm nagerrêy
Ba kuzî wek qeleyî Xeyber be metreq wa nekem

Destî çewrî xot be ser xellqa mesû bêabrrû
Mestî elheq gatî em sîrre ellêm îfşa nekem

şukrî hênde qudretî zor e legellta bête ceng
Ew eka teqye û ellê toş şêx î hecut ba nekem


şukrî Fezillî le hecûy şêx Reza da:
şêx Reza erzit bigêm xot bo çî ehmeq kirduwe
Qewçe wek maker ekeyt û herdû giwêt leq kirduwe

Panîy simtit karî xopiyadanî zor e konehîz
Diyar e êşî nêşî sabîq çawtî zeq kirduwe

Dûdekî bûy ta jinit hêna û gewadî hate ser
Qehbegullçînîş etoy gewwadî mutlleq kirduwe

Kes nema neygê le derwêş û murîd û dostan
Min be metireq bareha kuzîm şeq û peq kirduwe

çend kerret parey gewadît lê standûm hey teres
Eleceb wa xot be şêxî tekye mulheq kirduwe

şahêdî pê nawê çend car caşkî têm birdûyî
Tom newek her carê hetk û petk û nesteq kirduwe

şêx Reza melûm e, ey şukrî, bed û bedxulqete
çend kerret kêrmî be destî xoy le xoy req kirduwe


Wellamî şêx Reza bo şukrî Fezillî:
şukrî le daxî to eme sallêke ya duwe
Kêrim nexoş e hallî perêşan e kewtuwe

Carê bipirse muxlîseket çon e çon nîye
Mehsûbe koneket eceba mawe mirduwe

Kuştey fîraqî to ye îlacî eger nekey
Oballî bew milet ke dellêy nêrke karduwe

Emden dellêm nexoş e muraatî to dekem
Werne demêk e ruhî be cennet sparduwe

Ger min diro dekem ewe daykit bipirse lêy
Yaye be destî xoy kifn û difnî kirduwe

şane û xene û hemamî heram kirduwe le xoy
Paş rehmetî heram e le min siwêndî xwarduwe

Êsteş kirasî çillkin e nawlingî kullkin e
Wek dêwellûke tûkî berî bistê hatuwe

Yaye eger segirme be jêr kurkeya biçê
Her wa dezanê laqe melêkî piya çûwe

Yaye ke meberî dubrî û dehlîzî kuzî
Yataxî eşqiya ye guzergahî ordu we

şîrê ke to be çakî dezanî şiyake ye
Nezmê ke to beyanî defermûy gen û gû we

Herwek tisê ke cewherî xoy derbixa be ba
Namûsî xot be şîrî sefîhane birduwe

Bem şîre bêferranewe nabî be şêx Reza
Zehmet mekêşe ayîne karî Eresto we


Wellamî şukrî Fezillî bo şêx Reza:
Rêşanî kêrî xom ke le jinta retanduwe
Ser simî dawe kewtuwe cergî pisanduwe

Hênd tenke qehbe ye derbendî naw kuzî Gullê
Bêçareyey xişanduwe perasûy şkanduwe

Ya şêx etoş temate siwarî elem bibî
Hallî xirap e sist û seqet mawe mandû we

Kellbet nemawe hîze ke bêsûd e efeefit
Pîrî dûtayî kirdûy şanit xefanduwe

Hecût ke beytî kurdî ye bo kêrmî dekey
Em qorreqorre hîçe Reza tom tirranduwe

Lêşawî kêrî metlleb e Gullçîn weger ne boç
Wek taqî pirdî Xase kuzî daçeqanduwe

Damaw e, dêy zebellahî tisînî bête pall
Bêganî tawî dawe kuzî daweşanduwe

şukrî be ganî kunî kuzî bêre nezmewe
Zorî nedawe, sed mile kêrî teqanduwe


şêx Reza le hecûy şukrî Fezillî da:
Hîzê ke eger qise bibestê be rezawe
Bêşik be helallî le kuzî daykî nezawe

Bê hîkmet û bê qîmet û bê cê nîye şîrî
Umrî le hewell taku exîr tîya ke, rizawe

şukrî gen û gûxorî Silêmanî ye êste
Herçende ke emdî weku lotî degerrawe


Wellamî şukrî Fezillî:
Nabestê be naheq kesê herfê be Rezawe
îlla ke le ber tebî reza ye le Xuawe

şîrit ke be xot medhî bikey elheq mîr e
Pêy nageye naw komell û rîzî şuerawe

Xozget be zirre şayerê ey lotîy-lûgî -
Umrit le bedî da ke rizawîş û zirrawe



şêx Reza le hecûy şukrî Fezillî da:
çûme xizmet yaye mumtazim witî laço dizî
Pêm nîşan da esllî meqsed naye ber destim kuzî

çende hawarim le kêrim kird nekey fîle nekey
Giwêy nedamê xoy hewa daye naw qerî kuzî

Herweku maker fişî kird û le jêrma qewçeqewç
Aferîn bo dakî şukrî û çawî wek karmamzî


Wellamî şukrî Fezillî:
Xot le gullçîn gêl ekeyt û katî aşkarî û dizî
Herweku dolkey tekêy lê hatuwe dollçey quzî

Mêrminallî Bertekê ew balliqî kirdûn hemû
Bareha kêrim le quzya bo qingîşî hellxizî

Ehlî Kerkûk kes nema lêy têr nebê ey konehîz
Eyb û arit zor e daynapoşê eşarî gizî


şêx Reza le hecûy şukrî Fezillî da:
Min ke be şukrî fêr im, hêndem gawe lêy têr im
Katê ke lewim lada Ayişem xiste ber kêrim

Ewîş ewende fillq e, xomî lê helldebiwêrim
Yaye neywîst le dest çim zû rabey naye jêrim


şêx Reza be yayey dayikî şukrî Fezillî dellêt:
Be quzêkî reş û qingêkî gûyîn
Yaye xoy kirde henarî şîrîn


Wellamî şukrî Fezillî bo şêx Reza:
Basî quz û qing wîrdî malltan e
Boye babetî şîrit gandan e


şêx Reza le hecûy şukrî Fezillî da:
Nabekarî weku em cûte leîne lêre
Nebû qet eme muddeyekî medîd û dêr e

Ew be tirr giwêz eşkênêt û emîş qing edirrê
Herdû asîn le Xuda kêrî min û em kiwêre


Wellamî şukrî Fezillî:
Nabekare, eme çend wexte be smtit fêr e
Hênde bêşerm î û siplleyît û dellêy bêxêr e

Gileyîm lê meke wek xot ke kurrîştim gawe
Zîz mebe hey quzî Gullçînî jinit bem kêre


Hecûy şêx Reza bo şukrî Fezillî:
Alem û dinya ezanê şukrî ye kiwêr xercî min e
şox û şeng e herweku reqqas ellêy mutlleq jin e

Daykî hîzî xellkî Bexda û bawkî gewwadî Sine
Wek Bedîey bintî Bekirawa bêçiwaw bêbin e


Wellamî şukrî Fezillî:
Lotî reqas min nîm nêregay pîrebin e
Ey le Gullçînî jinit bem unwer dîden bine

Bo çî nazanî le kiwê ye lotîyatî qorîye
Hemûyan şêxjin egên ewîş ellê tînim nene


Hecûy şêx Reza bo şukrî Fezillî û Cemîl Sidqî Zehawî:
Pêm mellên em dû jinet to bo çî ye ey şêx Reza
şukrî bo tesk û tiruskî û Cemîle bo sik û za


Wellamî şukrî Fezillî:
Ew Cemîley têy ebirdî û lat cemîl û lêy reza
şukrî şukrit bo ekird Gullçîn le baxellîya xiza

Eyb e hênde siplle bî to zahîren şêx û mela yî
şapllîtey kêrî min çend car be derqûnta xira?


şêx Reza le hecûy şukrî Fezillî û Cemîl Sidqî Zehawî da:
Jin yekê bû min her emgut ax le des em caduwe
Boç qurrî alem be ser xom da nekem emca du we


Wellamî şukrî Fezillî:
şêx Reza wa diyar e emrro meylî gandanit heye
Hazir im toş rê û şiwênî xasî mîwanit heye

şîreket mezmûnî îczî tîya ye diyar e çawekem
şert e neyhêllim herçî xarşitî bin ranit heye


(şukirî Fezillî bem tercî bende ke şeş beş e hecûy şêx Reza dekat:)
şêx Reza erzit degêm xot bo çî ehmeq kirduwe
Qewçe wek maker ekeyt û giwêt weha leq kirduwe

Hîze, êşî mêxî sabiq çawtî zeq kirduwe
Qehbe Gullçîn toy kewa gewwadî mutlleq kirduwe

Min be metreq bareha kuzîm şeq û peq kirduwe
Tom wek em care hetk û petk û nesteq kirduwe

Bawkî melûmit nîye lenet le zatit hey teres
Gû be kiwêy daykit çuzanim daye ber kê pêş û pes


îşî zor zor çak e derwêş û feqîrî bênewa
Lingî şêxjin tewq e bo dirzî kuzî keşkollî wa

Her kesê hellsê be xêrî xoy şitêkî tê exa
Peste bazarrî hedîdî baz heta xaney Reza

Tallebanî çîn hemû gewwad û bê şerm û heya
Ger mekanyan bo nebê jinyan le tekyeş her eda

Bawkî melûmit nîye lenet le zatit hey teres
Gû be kiwêy daykit çuzanim daye ber kê pêş û pes


Wa le ser şêxî birat îspatî gewwadî kira
Weqtê lêxen ta billên xellkî le bo babî tira

Boç le meşakî qelender komî jintan dadirra
Komellî kurr qîmetî elay be pûlê danira

Xanedanî şêxî axir xanî dantan wergerra
Kes nema bê to neka heta be hîndîş dira

Bawkî melûmit nîye lenet le zatit hey teres
Gû be kiwêy daykit çuzanim daye ber kê pêş û pes


Gû mexo ya şêx îtir ba şorrişê berpa nekem
Xot û Kerkûkit be carê serbeser efna nekem

Ba le naw lingî jinit pêçallî sed cola nekem
Ba kuzî wek qeleyî Xeyber be metreq wa nekem

Mestî fîlen daykî gay em raze ba efşa nekem
Min ellêm to şêxî hecûm meke ba hecût nekem

Bawkî melûmit nîye lenet le zatit hey teres
Gû be kiwêy daykit çuzanim daye ber kê pêş û pes


Nawî Seyid bo çi ebey deyûsî bê nam û nîşan
Gurge bu dumbesurînî konehîzî Talleban

Waqîa ew pêy witim yek yek bigê daykî ewan
Her le ser qîtkey jinit sed mêxî Cafim daçeqan

çî bû teqsîrim le xizmetta hezarim lê negan?
Lêre detwit şêx Elî gewwd e çî bû feriqtan

Bawkî melûmit nîye lenet le zatit hey teres
Gû be kiwêy daykit çuzanim daye ber kê pêş û pes


Min be aşûbim be carê xan û banûtan egêm
îbnî meşhûrtan deyûs û bedxûtan egêm

Her le kurr ta kiç le sallê sed heta dûtan egêm
Hewş û kolan û bîr û dar û perdûtan egêm
şert e hîçî dernekem ta kûpe û kendûtan egêm

Bawkî melûmit nîye lenet le zatit hey teres
Gû be kiwêy daykit çuzanim daye ber kê pêş û pes

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Alî Bebe
Awaz
Azayî Eşretî Tallebanî
Ba Cerde Bîba
Ba Nekem
Be Bê Min Siwênd Biden
Be Boney Kuştinî Nasiredîn Şawe
Be Cê Ma
Bem Cûte Guney Min
Bem Halle Eger Defeyetir Biçmewe Kerkûk
Berxe Nêrê
Biraza Ezîzekem
Bo Çî Etirsim
Bo Emîn Feyzî
Bo Mam Resûll Siyamensûrî
Bo Mudîrî Qizillce
Bo Nîşaney Kuz Biçûkî Bêt
Bo Şêx Elî Biray
Caşiktirrên
Çermî Rûy
Cewherî Mehz e
Çiwarîne Le Hecûy Qazîy Koye Da
Çiwarîne Le Hecûy Şêx Heme Elî Da
Der Cihan
Derdî Hebîb
Destêkî Heye
Dewllemendî Sahêbpare
Dilberî Bêwefa
Dillî Birdim Be Naz û Îşwe
Diwênê
Eger Berzinceyî Xedrîş Biken
Em Qehpe Felek
Em Sade Ruxane
Esbabî Tereb
Eşretî Caf
Êstirêkî Rût û Qût
Êstirî Zîndû Billêm (Dewê)
Gelê Simtî Spîm Des Kewt
Ger Wa Bê
Gerçî
Hacî Ebdulla
Hacî Esed Axa
Hatewe
Hecîcî
Hecûy Hemey Westa Fetah
Hecûy Kakeyî
Hecûy Mayne Kiwêt
Hecûy Mudîrî Tehrîrat
Hecûy Şêx Xefurî Mamî
Hecûy Sineyî
Hecûy Tallebanî
Hemadî Be Şêx Reza Dellêt:
Hemadî Wellamî Edatewe
Hemîn û Xecê
Hênd Be Terîf û Kînayet
Her Bilûkêkî Ecem
Her Le Tom Bîstuwe
Her Metaê Ke Telleb Key
Hetîwêkî Sineyî
Hewşekem
Îlletî Qaîmmeqam
Kake Caf Kurrî Kerîm Axa
Kelleşêrî Kirmaşanî
Kelleşêrî Neqîb
Keş û Fişkirdinî Beg
Kurrêkî Bulxar
Kuzî Gazê Egezê
Lam Wa Bû
Le Basî Bab û Bapîrî Ta Degate Xoy
Le Bextun
Le Fîraqî Qadirî Westa Xidir
Le Sayey Dehrî Dûnperwer
Le Sûrey
Le Wextî Zerfên Da
Mall Mudîrî
Mame Hemey
Mayînekey Kiwêxa Elî
Meden
Meken
Mela Ebasî
Merufî Bêdîrayet
Mestî Efendî
Mudetêk
Murad Axay Ako
Musullmanan
Mutelewîn
Muxalefem
Muxbîr
Ne To
Necabet Key
Nîme Bo Teswîrî Ebrot
Nînokî Şêx Reza û Kilkî Hesen Hemze
Qazî
Regî Kêrha
Reşe Reşaşî Kerî Reş Be Reşit
Şanazî Ekeyt
Sax Le Dinya
Ser Be Yeşmax
Serdarî Leşkir
Serguziştey Xoy û Hecûy Şêx Xefur
Şerm Ekem Ya Şêx
Şerrî Cebarî û Dawide û Kakeyî Legell Tallebanî
Seru û Ney
Şêx Elî Tallebanî
Şêx Homer
Şêx Reza û Emîn Feyzî Beg
Şêx Reza û Mela Hemdûnî
Şêx Reza û Mela Marifî Mestî
Şêx Reza û Muftî Derwêş Efendî
Şêx Reza û Muftî Zehawî û Cemîl Sidqî Zehawî
Şêx Reza û Pîremêrd
Şêx Reza û Pîroze
Şêx Reza û Yesû Sawik
Şêx Riza û Mostefa Begî Bawecanî
Şêxeke
Seyr Ke
Şîirî Kurdî
Şoxê
Stayişî Ehmed Paşay Baban
Stayişî Kak Ehmedî Şêx
Stayişî Şêx Star
Suhbetî Şêx Elî
Suleymanî Ke Darulmilkî Baban Bû
Tirrî Ewladî
Uçax
Wam Ezanî
Waqewaqî Dill
Wedey Min û To
Weha
Wellamî Şêx Reza:
Wellamî Westa Şefê
Wesman
Wextî Şerr
Weznit Le Çiyay Qafewe
Wîlayetî Bexda
Xadim
Xaneqa
Xwastim Le Kurrî Hacî Bekir
Ya Resulellah