Helbest

22 xwendin.

Seyda Perînçek - Zimanê Min
Ji şûr tûjtir e
Ji hingiv şêrîntir
Parêzerê bê hestî yî tu
Kesî nakuje çeka te
Lê qedexe yî tu
Evîndarên te pirr in
Bi milyonan hezkiriyên te hene
Reng û dengê gelê bindest î tu
Ne te ew
Ne jî wan tu dayî jibîrkirin

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê