Helbest
Seydayê Tîrêj - Afîtab
Ey afîtab rewşa dinê Her dem ji bareş der dibî
çaxê ku tu d`çî ber bi xwar
çima tu jar û zer dibî
Pir zer dibî ew gewd û qurs
Xuya dikî bi lerz û tirs
Nadî kesî yek peyv û pirs
çaxê ku tu têwer dibî
Tişkî veşirtî tê heye
Ne`l gor hiş û hayê me ye
Ma qey tu ne b`destê xwe ye
Tenha tu bê hiner dibî
Roja meyî rohnî û geş
Tu tim dikî tarî û reş
Laşê me tim xav û nexweş
Pê mest û lal û ker dibî
çavên me par nabin b`şewê
Em ser didin dewra xewê
Cihan bi tatûla ewê
Bê lebt û bê tevger dibî
Ey şah û serdarê zeman
Semtek dirêj û pir giran
Davêje ser xakî cîhan
Rohnî ji ber ezber dibî
Xesma ku bê sûc û sebeb
Tu l` me dikî tarî û şeb
Xuyaye ku tu b` qehr û kerb
Ji dûryê azer dibî
çaxê diçî ava ji ber
Perdake reş davêje ser
Tarî dibî her cih û der
Lê Ehrîmen keşwer dibî
Keşwer dibî lê Ehrîmen
Dijminkî dijwar û kevin
Neyarê tuxmê ins û cin
Dunya ji ber kerker dibî
Hespa xwe yî boz wek nigar
çawa didî destê neyar
Peya dibî ew lê siwar
Hember te ew berber dibî
çawa didê vê firsetê
Vê tac û al û şewketê
Zanim nema j`destê te tê
Rengê te şah û ser dibî
Êdî me xweş nasî ji hev
Ku felsefa Zerdeşte ev
Sûnda b`xudanê roj û şev
Her kes ku pê bawer dibî
Ev bîr û bawerya mine
Du hêz li dunyayê hene
Hurmiz, Ehrîman yê dine
Ta ku cîhan ezber dibî
Hember hevin ew herdû hêz
Tim wek hevin bê meyl û mêz
Tîrêj bese qir mek tu pêz
Tev ku tu pê perwer dibî.
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?
Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..