Helbest
Seydayê Tîrêj - Bîranîna Cegerxwîn
Ey dil tu hela rabe ji nêv cerg û xunavaEmrê xwe bi derda min bi tatûleke vala
Jîna min xuyaye ku roj lê çûye ber ava
çax û dem û dem û dewranê me tev çûne bi xeyala
Rabe vê sibê rê bigre dil bê kerb û bê kîn
Rêber mede jar û bghê ser gora cegerxwîn
Rûnê tu li ber kêla serê sydayê hêja
Rengê goyînê ey dil bidî ber qîr û nalîn
Hêsran tu bibarî di çar hawêr û dorê
Ey dil bêje seyda ku bila rabe ji gorê
Deh salên te qedyan ma ne bes ev xwen û razan
Nanî bi xwere bînek û çend yar û heval
Wek carê berê em bicivn tev dil bixwestin
Bezmek şahiyê dîsa meydanê bibestin
îro ji kul û derdan emê masekê deynin
Bergeştê li ser raxin digel cam û peyal
Maza me bila vêga ji êmîşê welatê
Sêv û mişmiş û hirmê ji zinar û xelat bin
Ava me bila kûpek ji bîngolê be ey dil
Mezrone û kerkûşe hebabê mey û ala
Rûnên em li ber masê digel sazbend û zana
Destan bipelînin em li ser şûşan û mazan
Qurtek ji meya taze bi mazaêre binoşî
Da ku serfiraz bi em ji nîgaş û metala
Dîwane bibin ey dil xwe winda kin seraser
Bavêjne ber hev şi`r û helbestan ji ezber
Dengê me bila bighê welatê jor û jêrî
şehrê amedê heta bi zaxros û bi yala
Helbestan her wekî cewher ji derya hiş derînim
çend marşên di cengê em ji xortan re bixwînin
Va îro li çar goşê welat birq û biroskin
şev pêde hemî ruhniye wek find û şemala
Va xortên me îro her wekî şêr û pilinga
Derketne çiya dest birne ser keftê tifinga
Dem hatiye seyda xwe nedin îro tu alî
şer gûr û girane ranezên va dem û sala
Qurpînga tifinga xumxum tê ji reşaşa
Mûran û mij girtiye ser gelya û kaşa
çargoşê welat tev kuştin û talan û cenge
Zarok û keç û kal direvin der gund û mala
Dijmin girte kurdistan bi carek bi seraser
Milet daye ber hev wî bi dijwarî ketober
Wercarek binêrin hûn li halê xort û lawan
Tengav û perîşanin di wan zindan û çala
Pir şerm fihête rakevin vî heyamî
Meydanê bihêlin wisa yên wek te û namî
Vî barî nikarin em li ser milê xwe rakin
Yên wek we divên îro gelî şêr û şepala
Sund xwarine xortên bi kevrê çayê dêrsim
Kêla ber serê kalê Se`îd Ihsan û Rasim
Kolos û kumê Berzanî û Qazî Muhemed
Xwîna wan şehîdên li Mehabad û gelale
Soz dane hevûdû wan bi axa qoçegêrê
Pakrewanên gelyê zîlan kuştiyên dor çilemêrê
Sûnda bi Se`îd xan û Xalid begê Cibrî
B`term û cerdekên kurda li goncal û newala
Navêjin ji dest xwe ew tucar darê tifinga
Heta weko nestînin bi dest tola lehenga
Ew çar û omîdin canfidakarên welatin
Tev şêr û pilingin neviyên rustemê zal
Seyda li te mizgîn va Kurdên Guhderz û Dara
Mil dane hevûdû daketin cenga neyara
Ne b`hinera mîkut be tuçar sîng naçe xwarê
Tîrêj ku dibê zor hat xweşî êdî betale
Ey pêşkêşê milet tev bibin yek dem ji zêr e
Yê îro xebatê bike ew gernas û mêr e
Êşa me giran e janê avête dilê me
Derman nabe derdê me bi van felsefê vala.
*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?
Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..