Helbest
Seydayê Tîrêj - Evînî Sosrete
hate hundir ew ji nişka ve,li min çog lerizînJi piyan ketme bi carek dest û pê tev tevizîn
Rist û berbisk û guhar û gerdenî xemla giran
Lê dixun tu d bê ji malbat û nejadê Hurmizên
Wek Memê hundir û der bûne li min baxê di mîr
Cejn û newroza mine ku bê civan hatiye zîn
Em ketin warê evînê bê hiş û sewda di mam
Wek Beko gundî û cîran li min û yar qelizîn
Bes li dunyayê ji mer `işq û evînî sosrete
Pêjn û sawêrek ji kû bê em ji tirsa d qevizîn
Bi gilî û gazinan derdê xwe mej hev re digot
Dil li me bûye birîn hestî bi xwe tev derizîn
Ew birîn û dax û derz û derd û kovanên di dil
Bûne wek çavî û cokan, tev bi xûnê çirizîn
Paxil û pêsîr vekir yar paşê destûra me da
Dest û tilyên me li ser gerden û sîngê leyizîn
Hate fermana gelê Ermen ji Dergahê bilind
Ê ku ew berbat kirin Tirk bûn ne Kurd û çerkezîn
Herdû destan du êrîş berdane himbêzê mezin
Min ji baxê dîlberê îro du sêvê sor gezîn
Dêm û çav û rû bi carek ketne ber maç û gezan
Ku li ber lingan kum û kolos û kofî pengizîn
Ewrekî reş girte ser xakî cîhan ro berze bû
Bisk û cênîk ku li ser rûkê sipî da berizîn
Min li ser sing û berê taze bi şeşrengê dilîst
Hil û mircan bûn berik pêkve ji ta tev beyizîn
Daketin cengê rex û ferzîn û fîl û kerkedan
Keleha şah çû ji dest leşker ji meydanê bezîn
Bi meya denê evînê herdû em serxweş dibûn
şerbeta işqê vexwarî min ji lêvê qurmizîn
Min di vê jîna xwede xweştir ji vê rojê nedî
şabaş ev dana xwedê ye têde em vedgevizîn
Min ji bo nîşan ber û paxil hemî yoxilme kir
Kil û kildan şeh û neynik min ji bêrîkê dizîn.
Ey Tîrêjê dil bi kul bes rabe dîwar bi guhin
Mîr eger bêb ser me de em dê di çalêd birizîn
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?
Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..