Helbest
Seydayê Tîrêj - Ferat û Dicle
Hela carek bi şîn kev tu ey baxê dilê minBibişkivin ji xaran binefş û sorgulê min
Ku li deşta dil û can bibî benga beharê
Ta ku têde bixwînî şalûr û bilbilê min
Ku li derya evînê bibî mûran û bager
Pêl xwe bidin ser pêlan Ferat û Dicleyê min
Li kenar û delavan di nêv baxên gulîzar
Bikin seyran û geştî nejad û ew gelê min
Sê par ji vê jîna min çûn bi xem û xeyala
hêz û hemet neman qet di pêgav û milê min
berî mirna malxerab mi`l darbestê dirêjkî
xweşî bête dil û can bi derkevin kulê min
çend helbest û dîrokan ji bo millet bihêlin
heta ku pê mijûl bin civet û komelê min
ew hêvî û ûmîda Tîrêje her şev û roj
çêtir ji zêr û gewher ew xêzên rûpelê min
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?
Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..