Helbest
Seydayê Tîrêj - Jîna Ciwanî
Tu guhdêre li xêza, birader xem cefa ye Bi vê dinya nehêja, ku her dawî fena ye
Dinya ji rengê hespa, kesa tu lê siwar e
çiqa siwar bimîne, dawî her tu peya ye
Felek pir xapînok e, erd kirye bo te meydan
Jîna te rengê gog e, li ber hol û kaşiwa ye
Felek bi ter neyar e, bizane ey birader
Cîhan ji rengê bahr e, pêl ji şev û roja ye
Jîna te ya wek kelek, di wê derya bê binî
Pêl lê didin û ser şeg, her ji sal û meha ye
şev û roj û meh û sal, yek te dispêrî yê dî
Geh tu d`kevî dev newal, geh li jorê bala ye
Geh teng e geh firahî, geh şah e geh dil bi xem
Geh reş e geh ronayî, geh mîr e geh geda ye
Ev hemîş e yeka yek, ji jîna te diçin tev
Li ber çavên te her wek, sawêra sînema ye
Jîna te ya ciwanî, bi koçmal bar dikî
Li te dike xuyanî, qelewizê kala ye
Ka hiner û hêza te, ka dînaya te y`dirist
Ka ew xeml û xêza te, tev çû badî hewa ye
Tu ketî warê jana, nexweşî û lerz û ta
Navê koka dirana, di devê te`d nema ye
Destê te j`tar û tûran, hate birrîn bi carek
Mirnê xefkek neh diran, li ber te xweş veda ye
Lê nizanî çi gavê, bi te`d biteqî ew xefk
Têkevî bend û dahvê, can ji ten bit cuda ye
Qenc be digel hemî kes, dilê kesî mehêl e
Berî xelk bên filankes, şabû bi rehma xweda ye
Ne taybetî ji bo te, vî tiştî ez dibêjim
Ji bo min û te û her kes, li pêşya me teva ye
Tu van bendan birader, timî bixwîne herdem
Ne bê ol im te bawer, Tîrêj ne dil reva ye
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?
Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..