Helbest
Seydayê Tîrêj - Nû Roz
Serî rake ji temara xewê, da ey dilê jarSerê rojê bi der ket, çûn ji ser me ew şevên tar
Perava xwe veda, şar goşê urdistan sera ser
Kirî rohnî hemîdeşt û newal û koh û zinnar
Mij û ewrên di reş çûn, va li ser me bûye sahî
Zivistan çû bi serma xwe, li me xweş bû ye bihar
Bihar her sal bi sermed tê, di gel wê cejnê Newroz
çi cejnek pir xweş e ey dil, delal û nav û nazdar
Di vê rojê de Kawa ku bi çakûçê edalet
Kirî perçe serê Dehakê xwînrêj û sitemkar
Di vê rojê nejadê kurd, ji bin xeşmê bi derket
Biûb kêf û xweş û şahî, li her cih û der û war
Ji xwe`r carek binêre dil, li her cî şademan e
Li her cî reqs û govend e, çi gund û şehr û bajar
Bi xeml û xêza kurdî ne, wekî hawayê kevnar
Di gel hev ew bi kom û cot û tek, têne semayê
çi mêr û jin çi xort û qîz, çi zarok û çi yextiyar
Li xwe wergirtî ye qadê, kiraskî şînî heft reng
Kulîlk û çîçek û nêrgiz, vebûn wa bişkivîn dar
Tilûr û bilbil û şalûr, quling û qaz û legleg
Ewan mêrgû çîmen kirne, ji bo xwe hêlîn û war
Hela carek tu jî rabe, here çayê Kurdistan
Kurdistan pir xweş e ey dil, wekî baxê Gulîzar
Hemî dehl û rez û mêrg in, hemî bax û di bistan
Hemî av û çem û kanî ne, hem jî cok û cobar
Temaşeke li hewdê sorgula, carek bi şahî
Tu guhdêre li dengêd bilbilan tim qîr û hewar
Eger xestey Kurdistan, bo te nuzhegah e ey dil
Eger ey dil evîndar î, ew e baxê evîndar
Bi wî dengê xwe yî taze, bike hewar û gazî
Wekî bilbil bike fîxan, di nêv baxan li ser dar
Bibin sukran û serxweş, ew bi deng û best û eşar
Tu çend sal û zemanê xwe, bi şahî lê bibûrin
Ji bîr bik tu xem û derd û xîyalên xwe`y di kevnar
Bi erzanî meke winda, evê jîna ciwanî
Me jîn hêja li nîv ro ye, nebûye lê tu êvar
Berî mirna xerabmal, can bikî nîşan û armanc
Berî tîra xwe ey dil, ew di laşê me`d bikî xwar
Bihêlin em ji bo millet, hinek dîrok û xweşxuan
Xebata bo welat ferz e, li ser me roj û êvar
Dema Tîêj herwe gorê, bi şahî şademanî
Di heqê milletê kurd de, nebim ey dil gunehkar
Bi vê helbestê ya taze, ku vêga ez duxwînim
Dikim pîroz heval û hogir û sed dost û sed yar.
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?
Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..