Helbest

32 xwendin.

Seydayê Tîrêj - Şîna Hevalekî
Felek xayin bi mer êdî çi doz e
Li ser me tim mij û mûran û toz e

Li ser me tim mij û hem toz û mûran
Li pey me tim bi qûtîn û bi halan

Li alîkî bi lêdan, tev birêjtin
Li alîkî bi talan, û bi kuştin

çi heqê te`l me ye, qet ez nizanim
çiqa bê murwet, û bê bext e zalim

Bese êdî li me dil tev te kir xûn
Bela xwe`j me veke ey çerxê gerdûn

Gelek heyfa min tê li xort û ciwana
Li gernas û egîd û pehlewana

Xebata bo welat, û halê millet
Di dil wan de diçî gorê bi hesret

Erê xortê gelek hêja tu şêxmûs
Kurê Seido yê Gaso, bi nav û namûs

Tu negihştî tu raman û mirada
Di tabûtê te jî lingê xwe rada

Bi destên xwe`y çepel kurd in di bê ol
Ku xwîna te li rû erdê kirin gol

Kula mezin ji dil naçî tucara
Tu hat kuştin, bi şeş derbên neyara

Delalê min, çi zû îro tu raket
Li ser laşê te bû qîr û qiyamet

Ne meşkîna tenê, û gundê li dorê
Ji Mêrdînê heyanî bighê Torê

Ji Dêrikê heya bighê Nisêbîn
Li ser te wan, girêdane reş û şîn

Ji tabûtê bi derkev, ey birader
Xwe rapêçe di rextan de ji bo şer

Bi şeşderb û bi qolan û bi rextî
Bi mêranî wekî Hişyar û Extî

Tu raweste li ser şax û zinara
Digel dost û heval û kurd û yara

Bi dest bigre tifinga destebaşî
Bikuj mîrlazima, qolordî başî

Tu heyfa şêx Seîd carek hilînî
Ku navê te bi qencî, her bimînî

Welat vêga ji dest dijmin dinalî
Hevalê min xwe med îro tu alî

çima îro dikim nakim, birader
Ji te nayê ne lebt û deng û tevger

Ne peyv û gotin û zar û ne galgal
Gelo ma qey ev e mirna xerabmal

Ku mirna malxerab, jê nîne çare
Ji mer dinya ne cih û hem ne ware

Bi xwe dinya wekî rewrewk û ba ye
Li ber çavan sawêra sînema ye

çiqasî tu li dinyayê bimînî
Tu dê mirnê bi çavên xwe bibînî

Li ber roja xwe ye, her kes bi dorê
Emê carek bibin êvanê gorê

Ku ew mala me ye, tirba reş û tar
Ne dost û ne heval û hogir û yar

Dixum sûndê bi navê pakî Yezdan
Bi wê xwîna te yî paqij dil û can

Ku em heyfa te nehêlin tucara
Li dinyayê di zikê pîs û neyara

Eger ne bi devê Berno û kemalî
Welatê me ji wan qet nabe xalî

Hesabê me digel wana, çi kûr e
Daxwaza me welat, rêya me dûr e

Divê rabin, ku em koça te barkin
Vê tabûtê li milê xorta siwar kin

Te bighînin heya mala te ya heq
Ji vê dinya ne hêja û bi teqreq

Dilo rabe bi qehr û cengebazî
Li nêv tirban bikî qîrîn û gazî

Tu wa mirya bi dengê xwe şiyar ke
Yeka yek wan ji nêv axê tu rake

Gelek hêstiran, li ber wana birêje
Bi dil jarî ji wana re bibêje

Hela rabin gelî miryên bi sed sal
Merivkî zane û mêrxas bi koçmal

Ji Meşkîna wî barkir, bi dil giranî
Me koça wî li nav êla we danî

Divê îro di xizmeta wî dabin
Divê jê re wekî bav û bira bin

Qîmetkî pir giran, hûn jê re bigrin
Li warkî xweş, hûn dê konê wî vegrin

Dizanim ku ji wî warî nema tê
çi rêk dûr e, riya çûn û nema tê

Ev e sozam digel te, her bi daxwaz
Ku kurdistan bibî carek serfiraz

Bi def û saz digel sîpah û leşker
Li dor tirba te bigrin, xelek û ger

Bi şabaşî bi şahî şademanî
Bigerînin reqs û govendek milanî

Ku tirba te bibî, wek baxê Mercê
Bila `alem bi carek bêne fercê

Bese Tîrêj bi nalîn û fîxan ke
Xwedê şêxmûs bi xufrana xwe şa ke

Melayîketên rehmê bên teniştê
Bibe gor lê wekî baxê buhiştê.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê

Abê Engûr
Afîtab
Agirê Bi Tîn
Agirê Tûr
Ala Çermîn
Aştîxwazim
Avim Çika
Azana Melê
Azerî Me
Badeya Lêvan
Baqê Kezî
Bazê Çeleng
Bê Delav
Bê Kar û Baro Dilo
Bendê 11ê Adarê
Berfa Sîpan
Berfa Zinara
Bersiva Şira Melê Kurd
Berzanî Hat Welêt
Berzanî Nemirye
Bextê Me Li Xware
Bibin Yek
Bilbilê Dilşadî
Bîranîna Cegerxwîn
Bîranîna Ehmedê Namî
Bîranîna Mem û Zîn
Birc û Eywan
Birîn Li Ser Birînê
Bîst û Yekê Adarê
Buhar
Buhar Hatiye Çogê
Bûka Ser Bi Xêlî
Çala Sermedî
Cam û Peyal
Cam û Piyal
Çar Dem
Çar Demên Salê
Çayê Azerbeycanê
Cê Bilbil û Şalûra
Cejna Yekê Gulanê
Cenga Du Dîkan
Cenga Selîbî
Çikûs û Comerd
Çilsaliya Celadet
Çirkîna Dirana
Ciwan û Kejê (Destan)
Çûna Bê Veger
Dayê
Dayê Mi Berde
Derdê Siyamed
Di Benga Biharê De
Di Gel Min Şerî
Di Tarîxê De Dewletek Kurdî
Digeriyam Ez Li Dermana
Dil û Can Min Firot
Dinalin
Dinya Gog e
Diyarê Bo Xunavê
Diyarî Ji Bo Metîn
Diyariya D.Kamîran
Durek Nasifte
Em Bira Ne
Em Li Pê Doza Xwe Ne
Êmîşê Welat
Emrê Çûyî
Êrîşa Tirka Li Bakurê Îraq
Evînî Sosrete
Ey Gelê Kurd
Ey Keça Kurd
Ey Kurê Min
Ey Şehîd
Ey Welat I
Ey Welat II
Ey Xort
Ez Ne Bazî Me
Ez û Bilbil
Ez û Dem
Ez û Felek
Ez û Tûtin
Ez û Xame
Felekê
Ferat û Dicle
Gerek Li Kurdistanê
Geşt û Kelek
Gilî Karê Qelsa Ye
Giran Baro Dilo
Gozelê
Guh Bidêre
Guhmedin Pîsan
Gula Sor
Gula Zer
Gur û Rovî
Hate Hundir
Helebçe
Hêt û Max
Heyva Li Çarde
Ji Hindamê Ketim
Ji Ya Xwe Danakevim
Jîn Tev Jan û Hale
Jîna Ciwanî
Kabûsê Mirinê
Kalo û Kerê Xwe
Kanî Kalê Şêx Seîd
Keçka Torî
Kêfa Dilan
Kela Xwînê
Keleha Bertewîl
Kemer Zîva
Kerb û Kîn
Kewa Gozel
Kofî Hol Kir
Kongira Ewropî
Kor û Diya Xwe
Kurdistan
Kuştiyê Destê Te Me
Lav Lav Bê Fêde Ye
Lawên Cengîz
Lebta Dil
Marê Di Tûr De
Mebe Şaş
Mela
Memo Rabe
Mewlûda Kurmancî
Meyger
Mirin Çi Ye?
Mişk û Pisîk
Mizgîn Li Te Be, Cegerxwînê Kurd
Mûyekî Sipî
Nabişkivî Sorgul
Narîn
Ne Bê Cî Me
Ne Bi Çûna Teresî
Ne Bi Qurretya Dev e
Ne Poşmanim
Nediketim Vê Wertê
Newroz 1
Newroz 2
Nezanî Derdekî Zor e
Nîlson Mandêla
Nîşan û Gerafêt
Nîşana Tifingê
Nisêbîn
Nû Roj
Nû Roz
Pakrewan
Pale
Paleya Pûşe
Paşa û Her Sê Lawên Xwe
Pê Xweş Im Ez
Pend û Şîret
Perçê Qeşê
Perçê Sedef
Pêşmergê Me
Pez Bêrî Ke
Pincarê Bihara
Pirs û Bersiv
Pirsa Diya Ciwan
Qulingo
Reng û Nîşan
Rengê Che Guvara
Rohniya Finda
Ruhniya Keç
Sebra û Şetîla
Sed Xwelî Li Wî Serî
Sedam Dîn Mebe
Şemê Kafûr
Şeqlawe Tev Bax û Rez
Şêrê Kurdistan
Şerefxan Im
Şev û Roj
Şîna Ademîzad
Şîna Ehmedê Menco
Şîna Idrîsê Barzanî
Şîna Kemalê Ehmed
Şîna Leyla Qasim
Şîna Mele Ehmedê Palo
Şîna Mihemed Baqî Melle
Şîna Mihemed Elîyê Şiwêş
Şîna Mihemed Şêxo
Şîna Qenatê Kurdo
Şîna Rewşen Bedirxan
Şîna Şehîdên Qeledizê
Şîna Ser Şagirtên Amûdê
Şîna Serok Berzanî
Şîna Seydayê Cegerxwîn
Şîna Silêman
Şîna Suxtên Zêwa
Şîna Tehsîn Taha
Sîpan û Perwîn (Destan)
Şira Melê Kurd
Siwarê Dînasor
Siyamend û Xecê (Destan)
Taca Şerefxan
Tava Xizêmê
Tevrabûna Felestîn
Textora Kul û Derda
Tu Ji Tarîxê Bipirse
Vegerin Welat
Wê Roj Hilê
Welatê Min
Welatê Serhedê
Xabûr û Zab
Xama Qederê
Xaza Xerdela
Xemla Qedîf
Xerîbin Em
Xirqe û Bendik
Xwe Nespêrin Neyara
Xwestiya Pêşmerge
Xwezî Timî Bihar Ba
Yadîgar
Ziman
Zincîra Evînê