Helbest

92 xwendin.

Seyîd Muhemed Qedrî Hezîn Cizîrî - Tu Dizanî Li Te Ez Aşiq im
Tu dizanî li te ez aşiq im her rast û dirist
Herdu çavên te ne meqsûd, ev çi mescid, çi kinişt

Ev çi mescid çi kinişt in, çi çilîpa we çi dêr,
Her tu yî tu li me mehbûb, mu xo zennarî ne best

Bes li min ke tu tewella, tu yî nûra dil û dîn!
Tu çi ra ser li me badî? Cegera min te birişt.

Cegera kul te pijandî, dil û sînem herişandî,
Eql û jînê me revandî, ruhê şêrîn te nehişt.

Ruh li min bir te nehiştî, hêj li yar ez negehiştî,
Rast û çep kir ber û piştî tîr û şîr û rim û xişt.

Tîr û rim da bedena min pêht û dax da kebeda min.
Xûn rijandî jkezeba min te bi zilf û per û qişt.

Per û qiştan tu li ba ke zilf û biskan li mila ke.
Me bi dêma xwe tu şa ke ma didim xuld û bihişt?

Em ne muhtacê bihuşt in, bel ji Dozex me ne tirs!
Wer birêj badeya gîsû! bûme ez badeperest.

Bide min badeya dilsoz, ji lebê lelê şekersoz.
Ez ji wê torreya feyroz, da bikim hirz û nivişt

Ez bikim hirz û hemaîl, herdu biskên ku selasîl
Belku bit bû me delaîl, ez ji wê hurîsirişt

Ez ji wê hura lebîb im, dixurim mey ji hebîb im
Şevekê bit me nesîb im, Ez li yarê bigehişt

Ez li yarê binuşînim, ku esabê bihilînim
Bedra nûrîn birevînim, me ku her ev me dixwest

Me ku her ev me nîyazî, dikî der subh û nemazî
Ku bidit Qedrîyê xazî, necm û bedr û pîr û bist

Çavkanî: Facebooka Abdulkadir Bingol

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê