Helbest

21 xwendin.

Sîmîn Behbehanî - Dengê Te
dengê te germ e û bi mihreban e
çi berbeyaniyek xerîb di vî dengî de ye
dengê dilê mêrê evîndar e
ku ev hemû ji guhê min re hevnas e
dengê te mîna şerava sor
li lamên min ê zer kişandiye xwîn
ewqasî mîn sermest dikî
nîşaneya meyxaneya te li kû ye?
li dilopa şebnemê binêre
rûniştiye li ser gulpela mexmelî
li mexmela wî nîvtextê sor
ger birûnînî min li cih
dengê dillêdana dilê min
dê ji guhê te re bêje vê gotinê
evîndar im û derdê evîndarekê
çawa nizanî ku bê derman e?
ji çîkeçîka beytikan baxî
hişyariya sed maçan dikim
were bibîne bê di xeyalê min de
çi coş û çi tofanek rabûye
çi bê dil û bê dest û pê ez im
wisa bû ji destê dawa min
çima nekevim kêlekekê
ji rûdena poşandî ji heyayê
dilê min hemû bû av av av
ku serî deynim ser milê te
da ku bixwînî û dil bidî
da ku aşkere bikim ev çi macera ye
bi nehwirandin bibêje zimanê temen
ku lingê min e li ser zemînê evînê
ji bilî hewayê te li serê min
zemîn û zeman lingê li hewayê ne

ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr
10/01/2014

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê